Bi meha ye bi daxwaza 'Azadî û çareseriyê’ nobetê digirin 2024-03-24 17:05:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatibû destpêkirin didome.  Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir.   AMED      Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Amedê hatiye destpêkirin jî di roja 111’an de dom kir. Nobet li avahiya DBP’a Rezanê hate domandin. Di nobetê de dayikan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di nobetê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.    ÊLIH      Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê jî di roja 53’yan de li avahiya DBP’ê dom kir. Parlamenterên DEM Partiyê yên Êlihê Zeynep Oduncu û Mehmet Ruştu Tîryakî û namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk hatin serdana çalakiyê. Her wiha gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li serdanê bûn. Di çalakiya îro de Leyla Altan (Arjîn Garzan) a PKK’î û 14 endamên YJA Starê ku di 14’ê adara 2012’an de li Bedlîsê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin.    WAN       Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 108’emîn de berdewam kir. Nobet di avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê de tê domandin û îro jî gelek kes serdana nobetê. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    MÊRDÎN     Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’a Mêrdînê di roja 77’an de ye. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên navçeya Stewrê nobet domandin. Gelek kes hatin serdana çalakiyê. Di nobetê de mijarên di rojevê de hatin nirxandin.    Dayika Aştiyê Gulbeyaz Guneş di çalakiyê de wiha got: “Ev 77 roj in em rûdinin. Em dixwazin hikûmet dengê me bibihîse, tecrîdê rake û girtiyên me berde. Em ji bo vê nobetê digirin. Gelek girtiyên nexweş hene. Em ji bo edaletê nobetê digirin. Zextên giran li ser gelê kurd hene. Lewma em ê heta dawiyê nobetê bidomînin. Heta çareserî nebe em ê rûnin û daxwaza edaletê bikin. Bila her kes xwedî li îradeya xwe derkeve. Em ê bi hev re Rêbertiyê û girtiyan azad bikin.”    STENBOL     Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê jî di roja 104’an dom kir. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Her wia gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Rêxstinên DEM Partiyê yên Beyoglû û Bahçelîevlerê, rêveberên Cemxaneya Gaziyê, endamên ANYAKAYDER, Rêxistina ESP’ê ya Sûltangaziyê û Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Gazîosmanpaşayê hatin serdanê.    Serokê Cemxaneya Gaziyê Hizir Karataş di çalakiyê de çalakiya dayikan pîroz kir û got pir watedar e. Ji Meclisa Pîran Huseyîn Esen jî got ku sekna dayikan dê mirovahiyê li tevahiya welêt belav bike û dê piştgiriya wan a bi dayikan re bidome.    Dayikên di çalakiyê de jî gotin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û girtiyan tê rakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.