‘Tu hêz nîne ku li pêşiya çareseriya ku Abdullah Ocalan daniye ser maseyê bisekine’ 2024-03-24 20:23:54   ÎDIR - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî di şahiya gel de îşaret bi çareserî û tespîtên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan danîne holê kir û wiha got: “Heke em vîna xwe bi temamî deynin holê, tu hêz nîne ku li pêşiya vê çareseriyê bisekine.”   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  a Îdirê li gundê Panik şahiya gel li dar xist. Jin û ciwan bi cil û bergên xwe yên netewî û poşiyên kesk û sor û zer hatin qadê. Serokwekîlê Komê yê Meclisê yê DEM Partiyê Sezaî Temellî û parlamenterê Îdirê Yilmaz Hûn ên tev li şahiyê bûn ji aliyê welatiyan ve bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Temellî û Hûn demekê bi welatiyan re govend gerand.    Hûn ê li vir ewilî axivî, Newroza girtiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine çalakiya greva birçîbûnê pîroz kir. Hûn, diyar kir ku divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn û got: “Dem dema azadiyê ye. Dema dema Îdirê ye, dem dema gelê me ye.”   ‘MEHKUMIN KU DI ÇALA DIJMINATIYÊ DE TUNE BIBIN’    Temellî jî bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got: “Dem dema Kawabûnê û serfiraziyê ye. Dem dema têkoşînê ye. Dehaq bi her cure tundî rêbaza şer û zext êrişên xwe yên li dijî me didomîne. Hêza ku li dijî vê bisekine em in, vîna me ya çok nadane  ye. Em vê yekê bi salan e deynin holê. Kesên ku bi planan çok danînê bi rê ketin, welat têk birin. Kesên ji dijminatiya kurdan sûdê digirin, mehkûmin ku di çala dijminatiyê de tune bibin. Bila vê baş bizanin dê winda bikin.”   ‘EM Ê QEYÛMAN DI SINDOQÊ DE BIHÊLIN’    Temellî, bal kişand ser elededariya gel a di şahiyê de û got: “Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman di sindoqan de bihêlin. Kesên ku xewnên van direvînin hûn in. Vîna me ye. Vîna vî gelî ye.” Temellî bang li herkesê kir ku biçin ser sindoqan û wiha lê zêde kir: “DEM dê were dê derd xelas bin.”   ‘YÊ KU KOMARA DEMOKRATÎK DANIYE HOLÊ OCALAN E’    Temellî, diyar kir ku dema şaredarî bi dest xistin yên ku hilberînin û bi rê ve bibin dê bibe gel bi xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tişta ku jê ditirsin ev e. Demokrasiya herêmî ye, xwe bi rê ve birine, aştî ye. Ev xwedî derketina pêşerojê ye. Ev çareserî ye û komara demokratîk e. Ya ku danîne ser maseyê ev e. Yê ku ev daniye ser maseyê birêz Ocalan e.” Li ser van gotinên Temellî gel li çepikan da û lîland.    ‘NAVNÎŞANA KESÊN KU AŞTIYÊ DIXWAZIN DEM PARTÎ YE’    Temellî, bi bîr xist ku dewlet ji vê çareseriyê direve û ji bo çareserî parastine gelek caran partiyiyên wan hatine girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me mehkûmî şer û tundiyê dikin. Lê çareseriyek heye; em weke DEM Partiyê xwedî li wê çareseriyê derdikevin. Heke em bi temamî vîna xwe deynin holê, tu hêz nikarin li pêşiya vê çareseriyê bisekine. Em ê hemû astengiyên li pêşiya me derbas bikin. Gelên Tirkiyeyê jin û kedkar li vir in. Kesên neyarên me ne jî li rex Tifaqa JÎTEM’ê ne. Em ê wê Tifaqa JÎTEM’ê di sindoqê de bihêlin. Navnîşana kesên aştî û azadiyê dixwazin DEM Partî ye.”   Temellî û Hûn bi çepikan ji gund hatin oxirkirin.