Li Colemêrgê tundiya polîsan 2024-03-25 08:11:24 COLEMÊRG - Li Colemêrgê welatiyê bi navê Yalçin Kaval ê bi hinceta îfadeya wî heye hate binçavkirin, rastî tundiya polîsan hat.    Li Colemêrgê duh dema saeta fitarê de welatiyê bi navê Yalçin Kaval ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Kaval, li qereqola ku birinê rastî tundiyê hat. Ji ber tundiya polîsan laşê Kaval reş û şîn bû. Parêzerên Kaval ê rapora derbê wergirt, dê têkildarî mijarê serlêdanê bikin û giliyê polîsan bikin.    Walîtiyê ragihand ku têkildarî mijarê lêpirsîn daye destpêkirin.