3 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin 2024-03-25 10:40:16   STENBOL - 3 sal in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tu agahî nayên wergirtin. Di vê pêvajoyê de 526 serlêdanên hevdîtinê bêbersiv hatin hiştin. Li çar aliyên cîhanê bi milyonan kes daxwaza “Ji Ocalan re azadî” diqîrin.    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîdeke giran de tê ragirtin re ji 25’ê adara 2021’an vir ve agahî nayên girtin. Abdullah Ocalan ku piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an destûr nehate dayin ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, di encama grevên birçîbûnê de ku 8'ê Mijdara 2018'an bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dest pê kir û li hemû girtîgehan belav bû û 200 roj li pey xwe hişt, 2019'an bi parêzerên xwe re 5 hevdîtin pêk anîn. Hemû serlêdanên ku parêzerên Abdullah Ocalan piştî hevdîtina dawî ya 7’ê tebaxa 2019’an kirin, nehatin qebûlkirin. Abdullah Ocalan herî dawî di 30’ê adara 2020’an de karî bû bi malbata xwe re bi awayekî rû bir û hevdîtinê pêk bîne û herî dawî jî bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di 25’ê adara 2021’an de bi telefonê axivî bû. Piştî telefona di nivîyê de hate qutkirin û vir ve ji Abdullah Ocalan tu agahî nayên wergirtin.    526 SERLÊDAN HATIN KIRIN    Ev sê sal in 364 car in ku ji bo hevdîtinan serlêdana parêzeran li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Îmraliyê çêbûye û 162 caran jî malbat ji bo ku hevdîtinan pêk bînin serîlêdanên xwe kirine. Bi komî 526 serlêdan hatine kirin lê tu encam nehatine bidestxistin. Ji ber îxlalkirina mafên netew û navnetewî, serîlêdanên edlî û îdarî yên ku li Dadgeha Makeqanûnî hatin kirin jî bêencam man. Sazî û dezgeyên darazî bi biryarên xwe divê parastina mafên muwekîlên xwe û dawî li pêkanînên dijî zagonî bianîna lê wisa kirin ku tecrîda Îmraliyê veguheriya îşkence û kirinên dijmirovî. Bi vî awayî lingên tecrîdê yên din ava kirin.   Parêzerên Ocalan piştî biryara redkirinê ya dadgeriyê, di 12’ê adara 2023’yan de bi sedema ku hevdîtinên malbatê bi rêya cezayên disiplînê yên “derhiqûqî” tên astengkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Di serlêdanê de parêzeran bal kişand ser rewşa agahînegirtina mutleq (incommunicado) û gotin ku rewşa agahînegirtinê rêbazeke îşkenceyê ye û xwest ku AYM tespîta binpêkirina mafên rêzgirtina li hemberî jiyana taybet, mafê parastin û darizandina adilane û mafê rêya serlêdaneke bibandor bike.   CEZEYÊN DISÎPLÎNÊ   Li aliyê din cezayên di bin navê “disiplînê” de tên dayîn ku weke hinceta astengkirina serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran tên nîşandan, di sala 2023’yan de jî bi awayeke sîstematîk berdewam kirin. Di vê çarçoveyê de 4 caran ji bo 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hate dayîn û 2 caran jî ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn.   Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) di 26'ê tîrmehê de serî li DMME'yê dan ku DMME’yê di 18’ê Adara 2014'an de ji bo biryara qedexekirina îşkenceya li Abdullah Ocalan bi cih bîne serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabû.    Komîteyê li ser hewldanên rêxistinên civakî yên sivîl 7 sal şûn ve mijarê kir rojeva xwe û beriya civîna li dar bixe derbarê mijarê de agahî ji Tirkiyeyê xwest. Komîteyê di 3’ê kanûna 2021’an de biryara xwe eşkere kir û ji Tirkiyeyê xwestibû herî dereng heta îlona 2022’yan derbarê Ocalan de agahî bide wan.    GILÎ KIRIN    Parêzeran di çarçoveya vê yekê de 1’ê cotmeha 2021’an serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê da. Dadgeriyê biryara DMME’yê ji nedîtî ve hat û AYM’ê îşaret kir. Parêzeran bi heman daxwazê di 3’ê kanûna 2021’an de serî li AYM’ê da. Her wiha parêzera di 22’ê kanûna 2021’an de serî li Desteya Dadger û Dozgeran da û giliyê dadger û dozgeran kir û her wiha serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û gilî kirin.   SERLÊDANÊN AYM’Ê Û DMME’YÊ   Parêzeran di 24'ê kanûna 2021'an de ji bo rawestandin û bidawîkirina van kiryaran û pêkanînên rayedarên îdarî û edlî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. Dadgeha Destûra Bingehîn di 12'ê çileya 2022'yan de ev daxwaz red kir û tevî ku serlêdana lezgîn û tedbîrî bû jî di 31'ê çileya 2022'yan de biryara xwe teblîxî parêzeran kir. Di sala 2021’an de ji bilî serlêdanên xwecihî 19 caran serî li AYM’ê hat xistin û 5 caran jî serî li DMME’yê hat xistin. Bi van serlêdan re 79 serlêdanên şexsî bo AYM’ê û 12 serlêdana derdest jî bo AYM’ê hat kirin.   SERLÊDANA 775 PARÊZERAN    Di sala 2021’an de parêzeran bi daxwaza şopandina tecrîdê û ji bo pêkanîna hevdîtinê gelek caran serî li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), baroyên bajaran, Meclisê, saziyên sivîl ên neteweyî û navneteweyî dan. Di heman demê de bi daxwaza hevdîtinê serî li Wezareta Dadê hat dayîn. Wezaretê bersiva daxwaza randevûyê neda. Tevî serlêdanan jî agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din nehat girtin. Agahînegirtina ji Ocalan û girtiyên din rêxistinên maf û hiqûqî xist nava tevgerê. Saziyên hiqûqê ku di nav de Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hebû ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, kampanya îmzeyan hat destpêkirin. 775 parêzerên ku endamên 29 baroyên cuda ne, di navbera 10-17’ê hezîrana 2021’an de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re îmze dan û serî Wezareta Dadê. Wezaretê bersiv neda van serlêdanan.   JI 22 WELATAN 350 PARÊZERAN SERLÊDAN KIRIN    Ji 22 welatên Ewropa û Rojhilata Navîn 350 parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ku di şert û mercên girankirî yên tecrîdê de tê ragirtin, di 14’ê îlona 2022’yan de serî li Wezareta Dadê dan. Parêzeran da zanîn ku zêdetirî saleke agahî ji Îmraliyê nayê girtin û bi vê rewşa tecrîdê re qanûnên navneteweyî yên ji bo pêşîlêgirtina tecrîdê tên binpêkirin. Parêzeran heman serlêdan ji bo Yekitiya Baroyên Ewropayê, Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin. Parêzeran serlêdana xwe li Kuluba Çapemeniyê ya Ewropayê ya li paytexta Belçîkayê Brukselê bi civîneke çapemeniyê ragihand.    BAL KIŞANDIN SER TÊKOŞÎNÊ   Piştre jî ji welatên Fas, Filistîn, Herêma Federe ya Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Sûriye, Lubnan, Misir û Urdunê bi giştî 756 parêzer bi heman daxwazê ketin nava hewldanan. Parêzeran diyar kirin ku Abdullah Ocalan û girtiyên din di nava şert û mercên giran ên tecrîdê tên ragirtin û wiha gotin: “Ji bo parastina mafên birêz Ocalan û girtiyên din em dikevin nava liv û tevgerê.” Her wiha parêzeran ev rewş weke gaveke dîrokî ya ji bo yekitiya kurd-ereban pênase kirin. Di heman demê de parêzeran da zanîn ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyên din têbikoşin.    JI SÛRIYEYÊ 691 PARÊZERAN SERLÊDAN KIRIN   Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarên Tartus, Heleb, Hums û Laziqiyeyê bi giştî 691 parêzeran di 19’ê îlonê de li pêşiya Meclisa Edaleta Civakî ya li Qamişloyê daxuyaniyek dan û bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dan. Parêzeran ji Wezareta Dadê re nameyek şandin û xwestin ku tecrîd bi dawî bibe.   CPT ÇÛ ÎMRALIYÊ   Piştî serlêdanên bi sedan rêxistinên hiqûqê û parêzeran ên ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê (KE) bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera 20-29’ê îlonê de çûne serdana Îmraliyê. CPT’yê her çiqas ragihand ku serdana Îmraliyê kiriye jî têkildarî naveroka serdanê tu agahî parve nekirin.    PARÊZERAN DAXUYANÎ DAN   Vê serdana hatiye kirin û daxuyaniyên hatine dayîn, fikarên têkildarî Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin hîn zêdetir kirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî serdana CPT’yê daxuyanî da. Buroyê ji CPT’yê xwest ku têkildarî serdanê tavilê daxuyaniyekê bide û ji bo bidawîkirina şert û mercên îşkenceyê prosedûrên heyî têxe meriyetê.    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29’ê mijdarê de ev agahî parve kir: “Agahî li ber destê me heye ku birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê.” Parêzeran destnîşan kirin ku dibe Abdullah Ocalan û girtiyên din bi mebesta protestokirina rewşa heyî û bêhiqûqiyan derneketibin hevdîtinê.    CEZAYÊ DISIPLÎNÊ YÊ BERIYA SERDANÊ   Buroya Hiqûqê ya Sedsalê her wiha got ku Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê demekî kin beriya serdana CPT’yê, di 9’ê îlonê de cezayê “disiplînê” yê ji bo 3 mehan dabû Abdullah Ocalan û girtiyên din û ev ceza di 28’ê îlonê de teqez bûye.   SERLÊDANÊN SIYASÎ   Di demekî ku tecrîd û astengkirina hevdîtinan didomiya de fikarên heyî hêj zêdetir bûn. Di serdemeke wiha de partiyên siyasî jî ji bo hevdîtinan dest bi serlêdanan kirin. Di vê çarçoveyê de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sanar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamenterê HDP’ê rê Rihayê Omer Ocalan di 20’ê cotmehê de bi mebesta hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan. Di demên piştre de jî Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û gelek parlamenterên din bi heman mebestê serlêdan kirin.   ASTENGKIRINA DAXWAZA HEVDÎTINÊ YA PARÊZERAN   Dadgeriyê di 12’ê cotmeha 2021’an de ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dabû û ev qedexe di 22’yê nîsana 2022’yan de bi dawî bû. Piştî ku pêvajoya qedexeyê bi dawî bûyî, parêzeran ji bo hevdîtina bi miwekîlên xwe re serlêdan kirin lê tu bersiv nehatin dayîn. Li ser vê yekê di roja 29’ê nîsanê de îcar serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzeran bi hinceta biryara qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re ku di 13’ê nîsanê de ji bo 6 mehan hatibû dayîn hate redkirin. Têkildarî sedema qedexeyê tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin.   QEDEXEYA NÛ   Piştî ku cezayê disiplînê yê di 9’ê îlona 2022’yan de hatiye dayîn di 9’ê kanûnê de bi dawî bû, parêzeran di 15 û 23’yê kanûna 2022’yan û di 3’yê çileya 2023’yan de ji bo girtîgeh û dozgeriyê 3 serlêdanên cuda kirin. Dadgeriya Înfazê ya Bursayê da zanîn ku di 4’ê çileyê de li Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê hevdîtina bi malbatan re hatiye dayîn. Hinceta qedexeyê weke “cezayê disiplînê” hate destnîşankirin ku lê belê nehat diyarkirin bê ka ceza çima û kengî hatiye dayîn. Parêzeran di 10’ê çileyê de li dijî vê biryarê îtîraz kirin. Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê di heman rojê de ev îtîraz red kir.    BEDENÊN XWE ŞEWITANDIN    Bi mebesta protestokirin û bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Bubo Taş di 13’ê çileyê de li Mêrdînê û Mehmet Akar jî di 16’ê çileyê de li Amedê xwe şewitandin. Taş û Akar di peyamên xwe de destnîşan kirin ku li dijî tecrîdê ev çalakî li dar xistine.    PÊVAJOYA NY’YÊ DIDOME    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di dawiya sala 2022’yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. Komîteyê serlêdan ji Tirkiyeyê re şand û jê xwest ku dawî li rewşa agahînegirtina mutleq a jê re “incommunicado” tê gotin bi dawî bike. Her wiha jê xwest ku divê girtî bikarin bi awayekî domdar bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.   SOSYALÎST LI DIJÎ TECRÎDÊ DI NAVA ÇALAKIYAN DE NE    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dikin, di 16’ê çileyê de li Îzmîrê sê rojan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.    LI ROJAVA 2 MILYON ÎMZE HATIN KOMKIRIN    Înîsiyatîfa Mafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê û agahînegirtina ji Abdullah Ocalan, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Di encama kampanyayê de 2 milyon îmze hatin komkirin û ji CPT û Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê re hatin şandin.    LI KONSEYA EWROPAYÊ 3 ROJAN ÇALAKÎ HAT LIDARXISTIN    Gelê kurd û dostên wan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, di 23’yê çileya 2023’yan de li avahiya Parlamentoya Ewropayê (PE) ya Konseya Ewropayê (PE) ya li bajarê Strasbourg a Fransayê ji bo 3 rojan çalakî li dar xistin. Li ser bangawaziya Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) kurd û dostên wan li avahiya parlamentoyê hatin gel hev û 3 rojan tecrîd protesto kirin.   DELEGASYONA NAVNETEWEYÎ HATE TIRKIYEYÊ    Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku hiqûqnas, rojnameger û akademîsyen jî di nav de ji 36 kesên ji 7 welatên cuda pêk dihat, di 25’ê çileyê de hate Tirkiyeyê. Şandeyê di navbera 25 û 27’ê çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê di serî de parêzerên Abdullah Ocalan, bi gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re hevdîtin kir.    Bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA),  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê ( MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) bi dirûşma “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin”, Meşa Gemlîkê bihata lidarxistin. Meşa ku dê di 6’ê sibatê de ji du baskan ve bihata lidarxistin, ji ber erdhejên Mereşê hate taloqkirin.   POSTERÊ OCALAN BI PE’YÊ VE HATE DALIQANDIN   Ciwanên kurd ên di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de hatin gel hev, li Eywana Lijneya Giştî ya PE’yê posterê Abdullah Ocalan vekirin û dirûşma “Êdî sebra me nema, azadî ji bo RÊBER APO” berz kirin.    LI ATÎNAYÊ PANKARTA AZADIYÊ    Di 23’yê adarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re azadî” de, di maça basketbolê ya di navbera Panaathinaikos û Barcelonayê ya li Atînayê de pankarta “Ji Ocalan re azadî” hate vekirin.    DI 4’Ê NÎSANÊ DE JI BO AZADIYÊ BER BI AMARAYÊ VE    Di 4’ê nîsanê roja rojbûna Abdullah Ocalan de li çar aliyan pîrozbahî hatin lidarxistin, tecrîda li Îmraliyê hate protestokirin û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin. Li gelek deveran ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn û ciwanên li kolanên Colemêrgê daketin kolanan, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kkirin û fenerên hêviyê firandin. Her wiha li gelek deverên cîhanê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin û bi pêşengtiya KCD, TJA, DBP, HDP, MED TUHAD FED’ê ber bi Amarayê ve bi dirûşma “Ji bo azadiyê ber bi Amareyê ve” meş hat lidarxistin.   CPT’YÊ RAPORA XWE TEMAM KIR    Di meha 24’emîn a rewşa agahînegirtinê de li paytexta Efrîqeya Başûr Cape Townê bi sernavê “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî, Ji bo Cîhanê Aştî û Îstîqrar” konferanek hate lidarxistin. Konferans du rojan dom kir û piştre jî encamname hate weşandin. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku divê îsal bibe sala azadiya Abdullah Ocalan û bal kişandin ser têkoşînê. Di 14’ê adarê de jî parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag re nameyeke vekirî şand û diyar kir ku Abdullah Ocalan di statûya dîlgirtiyan de tê ragirtin. Di 16’ê adarê de jî CPT’yê da zanîn ku şandeya wan a çûbû Îmraliyê rapora xwe temam kiriye û qebûl kiriye. Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê bi munasebeta erdhejê xwestin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin lê piştî redkirina serlêdanê, di 17’ê adarê de serî li AYM’ê dan.   NEWROZA AZADIYÊ   Starta Newroza 2023’yan di 15’ê adarê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” hate dayîn. Di serî de li Şemzînanê, li 39 qadên pîrozbahiya Newrozê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan derket pêş. Bi sedhezaran ciwanên tev li Newroza Amedê bûn, posterê Abdullah Ocalan vekirin, bertek nîşanî tecrîdê dan û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk derket ser dikê û bi gotina “Ev Newroz, serdema azadiya birêz Ocalan e” re da zanîn ku hedefa wan ew e ku di 2023’yan de Abdullah Ocalan azad bibe.    DELEGASYONA AŞTIYÊ YA ÎMRALIYÊ YA NAVNETEWEYÎ   Herî dawî jî di 11’ê gulanê de endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku ji 3 endamên ji welatên cuda pêk dihat hate Stenbolê. Profesorê Civaknasî û Antropolojiyê Denis O’Hearn, Cîgira Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê, Nûnera Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê û endama Komîteya Şopandinê Laura Castel, Wezîrê Dad û Karên Hundir ê Îzlandayê yê berê Ogmundur Jonasson di şandeyê de cih girtin. Şande, beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê hate Stenbolê û bi parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û Dayikên Şemiyê re hevdîtin kir. Şande piştî serdanan jî vegeriya Îzlandayê û beriya 4’emîn lûtkeya mezin a Konseya Ewropayê daxuyanî da û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û welatên Ewropayê jî ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî çalakî û xwepêşandan hatin kirin.   KAMPANYAYA ‘AZADÎ’ YA DI ASTA NAVNETEWÎ DE    Kurdan û dostên wan di 10’ê Cotmehê de, rojek piştî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, li Ewropayê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li 74 navendan dest bi kampanyayeke nû kirin. Di çarçoveya kampanyaya ku di asta navnetewî de hate pêkanîn li Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê gelek çalakî û aktîvîte hatin lidarxistin. Di çarçoveya kampanyayê de ji rêxistinên Tamîlê, ji Şengalê, ji rêxistinên ciwanan, ji parêzeran, ji jinan, ji hin aktîvîstên li cîhanê daxuyaniyên piştgiriya kampanyayê hatin kirin.    Di çarçoveya kampanyayê de di serî de meş, daxuyanî, panel, konferans û komxebat hin rêze çalakî û aktîvîte zêdetirî 100’an welatan hêj didome.   JI 78 KESAN DEKLARASYONA ‘BANGA AŞTIYÊ’     Li Stenbolê rojnamevan, hunermend, nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîr di nav de 78 kesan di 28’ê cotmehê de deklarasyona “Banga Aştiyê” aşkere kir. Di deklarasyonê de hate xwestin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin.     JI DEM PARTIYÊ SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û parlamenterên wê bi daxwaza hevdîtina bi Rêbêrê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin serî li Wezareta Dadê dan.    JI BO ABDULLAH OCALAN ZINCÎRA JI MIROVAN   Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de ji aliyê komîteya hate avakirin de li bajarê Luzern ê Swîsreyê di 3’yê mijdarê de çalakiya zincîra mirovan hate lidarxistin.     MAFÊN SIYASÎ Û DOZA ABDULLAH OCALAN     Di civîna çapemeniyê ya di 8’ê mijdarê de bi serenavê “Li Tirkiyeyê Mafên Siyasî û Doza Abdullah Ocalan” li Parlamentoya Îtalyayê hate lidarxistin de ji bo tecrîda li dijî Abdullah Ocalan bê rakirin û azadiya wî pêk were ji Îtalyayê hate xwestin ku peywîra dikeve li ser milê wê bi cih bîne.    MEŞA GEMLÎKÊ YA JI ÇAR ALIYAN VE     Ji Colemêrgê heta Edîrneyê bi tevlibûna deh hezaran kesan li Stenbol û Amedê di 18-19’ê mijdarê de Meşa Gemlîkê hate lidarxistin. Di 18’ê mijdarê de bajarên Kurdistanê tev li meşa li Amedê bûn. Di 19’ê mijdarê de jî herêma Ege û Anatoliya Navîn tev li meşê bûn û baskê Marmarayê jî tevî hemû astengiyan meşiya daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hate kirin.   BI HEZARAN GIRTÎ DI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE   Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de girtiyên li 106 girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Bi armanca piştgiriya çalakiya girtiyan ji aliyê malbatên girtiyan ve li gelek bajaran çalakiyên Nobeta Edaletê hatin destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan hêj didomin.    ÎHD JI BO BIÇE ÎMRALIYÊ SERLÊDAN KIR   Komeleya Mafên Mirovan bi daxwaza şandeyekê bişîne Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di 29’ê mijdarê de serî li Wezareta Dadê da.    DELEGASYONA JINAN A NAVNETEWEYÎ LI TIRKIYEYÊ YE    Şandeya Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesan pêk dihat û hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên civaka sivîl ên welatên cuda yên Ewropayê di nav de di 9’ê kanûnê de serdana Tirkiyeyê kirin. Şandeya ku serdana parêzerên Abdullah Ocalan jî kir dê rapora xwe ya têkildarî agahî negirtina ji Îmraliyê û tecrîdê pêşkeşî saziyên navneteweyî yên weke CPT, NY, Konseya Ewropayê bike.    ROJA XWENDINA PIRTÛKÊN ABDULLAH OCALAN    Di 10’ê Kanûnê de li 160 navendan bi navê “Roja Xwendina Pirtûkên Ocalan a Cîhanê” rojên xwendina pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin lidarxistin. Fîlozof Slavoj Zîzek jî tev li rojên xwendinê bû. Ev çalakiya ku belavkirina fikir û paradigmaya Abdullah Ocalan armanc dike li gelek navendan berdewam dike.   JI 571 KESAN DEKLARASYONA HEVPAR   Nivîskar, derhêner, muzîkjen, rexnegirên hunerê, lîstikvan, wênesaz, dengbêj û ji qada wêje û hunerê 571 kesan di 7’ê çileyê de li Amed û Stenbolê bi sernavê “Ji bo aştiyê em bibin dengek” deklarasyoneke hevpar weşandin. Julîde Kural, Sirri Sureyya Onder, Cevdet Bagca, Nûr Surer, Mîkaîl Aslan û gelek kesên din di nava îmzakaran de bûn. Di deklarasyonê de hat xwestin ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û banga aştiya civakî hate kirin.   BI DAXWAZA HEVDÎTINA LEZGÎN SERÎ LI CPT’YÊ DAN    Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Di Sîstema Cezayê De Civaka Sivîl (CÎSST), baroyên Êlih, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Şirnex, Riha û Wan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re yên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê 34 meh in agahî ji wan nayê girtin hevdîtinê pêk bînin, di 12'ê Çileyê de serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan ku demildest "hevdîtin" pêk bê.   RAPORA ÇAVDÊRÎ Û TESPÎTÊ YA ÎMRALIYÊ   Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê di 17’ê çileyê de “Rapora Çavdêrî û Tespîtê ya Sala 2023’yan” a têkildarî Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê parve kir. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di rapora xwe de got ku di nava salê de ji bo hevdîtina 169 serlêdan hatine kirin lê bêbersiv hatine hiştin. Di raporê de wiha hate gotin: “Sala 2023’yan bû sala agahînegirtinê.” Her wiha hat gotin ku divê sala 2024’an bibe sala azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd.   HEZAR Û 330 PARÊZERAN SERLÊDAN KIRIN   Ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, li Edliyeya Amedê serî li Wezareta Dadê dan û xwestin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Têkildarî serlêdanê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re bi awayekî derhiqûqî tê astengkirin û bang hate kirin ku ev rewşa derhiqûqî bê bidawîkirin.   CPT SERDANA ÎMRALIYÊ NEKIR   Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re bikin di 15'ê Sibatê de serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan. Di serlêdanê de ku agahî û daxwazên têkildarî şert û mercên girtîgehê cih girtin, ji CPT'yê hat xwestin ku raporên xwe yên li ser serdanên xwe yên dawîn eşkere bike û careke din ser lêdana Îmraliyê bike. Hê bersiva serlêdanê dihat payin, CPT ragihand ku di navbera 13-22'ê Sibatê de serdana Tirkiyeyê kiriye, lê neçûye Girava Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ye.   Delegasyona Navneteweyî ya Hiqûqnasan a Li Dijî Tecrîdê" ku ji bo balê bikişîne ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat avakirin, 12 parêzerên ji Swêd, Afrîkaya Başûr, Îspanya, Îtalya û Norwêcê piştî serdanên li Amedê, li Stenbolê bi saziyên sivîl re bi rêze hevdîtin pêk anîn.    BI MILYONAN AZADIYA ABDULLAH OCALAN QÎR KIRIN    Starta Newroza 2024’an jî di 15’ê Adarê de bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li navçeya Depê ya Xarpêta hate dayîn. Bi taybetî li Stenbol û Amedê li 57 navendan Newroz hat pîrozkirin û bi beşdariya zêdeyî milyonek kesî peyama azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hat dayîn   Di vê astê de agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê 3 sal li pey xwe hişt. Gelê kurd û dostên wan ji 25’ê adara 2021'an û vir ve ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî ya fizîkî ji her derê dinyayê têkoşîna xwe didomînin.    MA / Îbrahîm Irmak