Hilbijartina Serokatiya Dadgeha Bilind ji tura duyemîn re ma 2024-03-25 13:36:18   ENQERE - Hilbijartina piştî ku dema peywira Serokê Dadgeha Bilind Mehmet Akarca bi dawî bû, hat lidar xistin ji tura duyemîn re ma.    Ji ber ku dema peywira Serokê Dadgeha Bilind Mehmet Akarca ya piştî 4 salan bi dawî bû,  hilbijartina ji bo Serokatiya Dadgeha Bilind ya 5 namzetan serî lê daye dest pê kir. Ji ber ku di encamên hilbijartinê de kesekî dengên ku têra wan bikin negirtin, hilbijartin ji tûra duyemîn re ma.    Di hilbijartinê de Serokê Dadgeha Bilind Akarca, Serokê Lijneya Giştî yê Hiqûqê Adem Albayrak, Serokê 3'yemîn Daîreya Cezayê Muhsîn Şenturk,  Serokê 3'yemîn Daîreya Hiqûqê Omer Kerkez û Serokê 12'emîn Daîreya Hiqûqê Ayhan Tuncal bûn berendam.   Dema Serokatiya Dadgeha Bilind ya Akarca ku di 24’ê adara 2020'an de hatibû hilbijartin, piştî 4 sal şûn de duh bi dawî bû.    Serokê yekemîn ê Dadgeha Bilind Mehmet Akarca yê biryara binpêkirina maf a AYM'ê derbarê Atalay de dabû nasnekiribû û bi gotina “Bi awayeke cidî nêrînên me yên cuda hene, ev jî rastiyeke” biryara derbarê Can Atalay de nasnekiribû.