Ji FETO’yê kete girtîgehê, ji bo AKP’ê dengan kom dike 2024-03-25 13:42:05   ŞIRNEX - Serokê AKP’ê yê Şirnexê yê berê Mehmet Demîr ê ji FETO’yê kete girtîgehê, li qadê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dimeşîne.    Li Şirnexê, Serokê AKP’ê yê Bajêr ê berê Mehmet Demîr ê di 15’ê tebaxa 2016’an de ji ber endamtiya FETO’yê hate girtin û di îlona 2023’yan de hate berdan, dîsa derket qadê. Demîr ê li bajaroka Dêrgulê ya girêdayî navendê rûdine, ji bo namzetê AKP’ê Cemal Demîr, ji ciwanên kul i mala xwe kom kirin deng xwest.   JI AKP’Ê RE DENG XWEST   Demîr ê ciwanên komkirî weke hemû ciwanên eşîra Batûyan penase kir, îdia kir ku Bajaroka Dêrgulê paytextê 5-6 eşîrên ku jê re dibêjin Şilit (konfederasyon) e.    Demîr, ji ciwanên ku komkirin re hewl da sozê ji wan bigire ku dengê xwe bidin AKP’ê û wiha got: “Ciwan dizanin ku dê ber bi ku ve bimeşin û dizanin ku çareserî li ku ye. Bi vê desthilatê bi vê rêxistinê ew ê hewl bidin ji bo wer xizmeta herî baş bikin.”   RAWÊJKARÊ WEZÎRÊ KARÊ HUNDIR TEV LI CIVÎNÊ BÛ    Balkêş bû ku Serokê AKP’ê yê Bajêr Halîl Erkan û Hatîce Atan a weke rawêjkar di Wezareta Karê Hundir de dixebite, tev li civîna ku li mala Mehmet Demîr hate kirin bûn.    JI AKP’Ê ÎSTÎFA KIRIBÛ!   Demîr, ê di sala 2014’an de bi pirtûka Fethûllah Gulan a “Mefkure Yolcûlûgû” daxuyanî dabû çapemeniyê û 43 kesan ji AKP’ê îstîfa kiribûn. Demîr, wiha gotibû: “Li gorî me siyaset, di çarçoveya kefxweşiya gel de doza xizmeta heq bû. Em dixwazin ku em xiyanetê li gelê xwe nakin.” Demîr, piştî hewldana darbeyê ya leşkerî ya sala 2016’an de bi hinceta endamên FETO’yê ne hatibû girtin û par di meha îlonê de hatibû berdan.