Li Sultançîftlîgiyê vekirina standa DEM Partiyê astengkirin 2024-03-25 13:45:48   STENBOL - Li Qada Sultançîftlîgiyê dema rêveberên DEM Partiyê xwestin standa hilbijartinê vekin, ji aliyê Partiya Zafer û polîsan ve hatin astengkirin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Qada Sultançîflîgiyê ya Stenbolê bi hinceta ku destûra walîtiyê nîne, ji aliyê Partiya Zafer û polîsan ve hatin astengkirin ku standê veke. Li qada ku Partiya Zafer stand lê vekiribû, bi gotina “Li cihê ku em lê bin hûn nikarin standê vekin” hewl da ji DEM Partiyiyan re bibe asteng. Ji ber van nîqaşan polîsan mudaxele kirin. Polîsan jî bi hinceta destûra walîtiyê nîne, destûr nedan DEM Partiyî standê vekin.