Qedexeya Çîyayê Gabarê cara 7’emîn hate dirêjkîrîn 2024-03-25 16:10:47 ŞIRNEX - Herêma Çiyayê Gabarê a di nava sînorên Şirnexê de dimîne, cara heftemîn ji bo 15 rojan wek Herêmê Ewlehiya Taybet hate îlankirin û ji têketinan re hate qedexekirin.    Ji bo Herêma Çiyayê Gabarê ya di navbera  navenda Şirnexê û navçeya Basayê de dimîne, carake din ji têketinan re hate qedexekirin. Walîtî daxuyand ku herêm 26 û 9’ê nîsanê, jî di nav de ji bo 15 rojan, wek Herêma Ewlehîya Taybet hatiye îlankirin.    Tevî biryara herî dawî hatiye dayîn, qedexeya herêma Çiyayê Gabarê, cara heftemîn hate dirêjkirin.