‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû' 2024-03-26 11:36:25   AMED - Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê têkildarî coş û peyamên Newrozê axivîn û wiha gotin: "Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû."     Newroza Amedê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat lidarxistin û bi milyonan kes tev li bûn. Di pîrozbahiyê de herî zêde daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derket pêş. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Pinar sakik Tekîn û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a BAjar Mehmet Şîrîn Gurbuz ku di Komîteya Amadekar a Newroza Amedê de cih digirtin têkildarî Newrozê axivîn û gotin: "Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê  Adarê bû.    SERHILDANA KAWAYÊ HESINKAR    Mehmet Şîrîn Gurbuz anî ziman ku gelê kurd bêyî guh bidin baran û heriyê herikîn “mizgîniya biharê” Newrozê. Gurbuz, diyar kir ku Newroz "serhildana Kawayê Hesinkar e" û bi sala ye tê pîrozkirin û gelê kurd îsal jî pir baş lê xwedî derketiye. Gurbuez, wiha domand: "Di vê Newrozê de tişta girîng a ji bo me, tevlibûna xurt a ciwanan bû. Ev jî pêşketineke ku pêşeroja me ronî bike. Pêşketina xitimandina pirsgirêka kurd ew ê vebike.”     ‘QADA NEWROZÊ TECRÎD QEBÛL NEKIR'   Gurbuz, ji bo peyamên di Newrozê de hatine dayîn jî wiha got: "Bi taybetî di qada Newrozê de peyamên şermezarkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan hatin dayîn. Qada Newrozê got ku ew tecrîdê qebûl nake. Xwestin ku tecrîda li ser gelê kurd tavilê were rakirin. Siyasetmedaran daxwaza rêya diyalog û çareseriyê kirin. Gelê kurd di qada Newrozê de li hemberî şer azadî, li hemberî êrişan aştî û li hemberî zilmê jî wekhevî qêriya. Glê kurd bi salane li hemberî êrişên îktîdarê, xwedî sekna azadiyê ye. Li qada Newrozê me dît, dayik û ciwanên me yên ku li ber xwe didin bûn lehî û herikîn qadê. Ji niha û pêde em dixwazin pirsgirêka kurd bê çareserkirin, gelê kurd ji muzakereyan re amade ye. Nêrînên berjewendî yên kesayetî û xapandina gel em qebûl nakin. Em bawer in ku pirsgirêk ew ê li ser maseya çareseriyê bê çareserkirin.”   ‘RÊYA TÊKÇÛNÊ LI AMEDÊ DERBAS DIBE’   Gurbuz, anî ziman ku yek ji peyamên girîng jî têkildarî qeyûman bû û wiha pê de çû: "Di qada Newrozê de gelê kurd û dostên gel dan xuyakirin ku pergala qeyûm qebûl nakin. Em dixwazin li Amedê û tevahî Kurdistanê polîtîkayên qeyûm yên qirêj ku îradeya gel tune dihesibîne bi dawî bibe. Em bi pergala hevserokatiyê wekhevî û azadiyê esas digirin, em pergala dagirkeriyê û baviksalariyê ya di meriyetê red dikin. Em ji siyasetmedarên xwedî polîtîkayên qirêjî yên tên Amedê re dibêjin; 'rêya têkçûna we li Amedê re derbas dibe.' Amed dê di roja hilbijartinê de bersiva pêwîst bide tifaqa qirêjî ya AKP’ê û MHP’ê. ”    DI QADA NEWROZÊ DE BANG KIRIN     Pinar Sakik Tekîn jî diyar kir ku tevlibûna Newrozê wekî wan hêvî dikir bû û ev tişt anî ziman: "Newroz bi destêka biharê re bangek e. Bi dirûşma ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’ ruhekî Newrozê ye. Gelê kurd bi gelên din re hate gel hev û hewl da bibe dengê aştî, demokrasî û azadiyê. Ji bo jiyaneke azad ava bikin tev bi hev re hatin cem hev. Bi ferqa pirsgirêkên bandora tecrîdê ku li ser pêşeroja ciwanan daye avakirin û polîtîkayên şerên taybet tê meşandin li wir bûn. Li hemberî van polîtîkayan li qadan serhildanek hebû.”   ‘DEMA KAWABÛNÊ YE’   Tekîn, destnîşan kir ku ruhê Newroza 2013’an ku peyama Abdullah Ocalan hatibû xwendin li qadê hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi vê re du peyam derketin holê; yek jê şikandina tecrîdê bû ya din jî avakirina yekitiya neteweyî bû. Li hemberî vê pergalê me peyama li gel pirzimanî û bawerî dikarin bijîn dan. Îro bi hev re li hemberî Dehaqên roja me serî rakirin e û dema bi hev re serî rakirin a ‘Kawabûnê’ ye. Bi sedsalan gelê kurd serî netewandine li hember vê zilm û zordariyê û careke din va li vir e. Ji bo nasanameya xwe,  zimanê xwe û heqîqeta xwe em li vir in, ji bo bêjin ‘Em ê li vir berdewam bikin’ di Newrozê de em hatin cem hev.”    ‘31’Ê ADARÊ EW Ê BIBE SERKEFTINA ME’   Tekîn, berî gotina xwe bi dawî bike diyar kir ku peyama di 31’ê Adarê de bi biryardayî raya xwe bikar bîne hatiye dayîn û wiha got:  “Qada Newrozê weneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû."