Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin 2024-03-27 19:54:00   STENBOL - Li Stenbolê di serdegirtina malan de zêdetirî 9 endamên Meclisa Ciwanên DEM Partiyê hatin binçavkirin.   Li Stenbolê di serdegirtina malan de zêdetirî 9 kesên ku navên wan nehat zanîn û endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ne, hatin binçavkirin.   Sedema serdegirtina malan nehat zanîn, lê hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.