Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan 2024-03-28 11:25:42   ŞIRNEX - Namzetê tevgera siyasî ya kurd Ahmet Ertak di hilbijartinên herêmî yên sala 2004’an de ji lîsteyên SHP’ê ket hilbijartinên herêmî û Şaredariya Şirnexê cara ewil bi dest xist. Ertak, ji bo hilbijartinê wiha bang kir: “Em bi ruhê 2004’ê biçin ser sindoqan. Botan dilê têkoşînê ye, serkeftineke mezin bi dest bixin.”    Ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê 3 roj man û çavê her kesî li encamên sindoqan ên li Şirnexê ne. AKP hemû derfetên desthilatdariyê bi kar tîne, dixwaze bi dengê polîs û leşkeran rengê hilbijartinê biguherîne. Tevgera siyasî ya kurd berî niha şaredariyê ji sedî 70-80 bi dest dixist û niha dixwaze bi DEM Partiyê şaredariyê ji nû ve bi dest bixe.    Tevgera siyasî ya kurd carê ewil di hilbijartinên herêmî yên 2004’an de Şaredariya Şirnexê bi dest xist. Ahmet Ertak ji lîsteyên Partiya Demokrat a Civakî (SHP) ket hilbijartinê û bi rêjeya ji sedî 45,1'ê dengan bû Şaredarê Şirnexê.    Namzetê AKP’ê Mehmet Yarka li hemberî Ertak têkçûneke mezin jiya û di vê hilbijartinê de careke din wek namzetê AKP’ê hate nîşandan.    Ertak, di navbera salên 2004 û 2009’an de wek Şaredarê Şirnexê peywira xwe domand. Ertak piştî 20 salan, di vê hilbijartina krîtîk de bang li gelê Şirnexê kir.    ‘ŞAREDARÎ YEKEM CARÊ BÛ YA GEL’   Ertak, da zanîn ku gelê Şirnexê heya sala 2004’an qet namzetê xwe yê hilbijartinên herêmî nedît û wiha axivî: “Yekem carê em di sala 2004’an de ketin hilbijartinê û gel namzetê xwe hilbijart. Gelê me bi coşeke mezin xebat domand û xwedî li îradeya xwe derket. Şaredarî yeke carê bû şaredariya gel. Ev xwedîderketin, xwedîderketina xwe bû. Gel bi vî awayî şaredariya xwe bi xwe birêve bir.”   ‘DÊ GEL DENGÊ XWE BIDE XWE ANKU BIDE PARTIYA XWE’   Ertak, axaftina xwe wiha domand: “Ji hilbijartinê re çend roj man; bila gelê me dengê xwe bide nasname, ziman, çand û pêşeroja xwe. Bila xwedî li xwe û bajarê xwe derkevin. Dem dema azadî, rûmet û serkeftinê ye. Lîstikên qirêj ser Şirnexê werin lîstin jî dê gelê Şirnexê xwedî li îradeya xwe anku dê xwedî li partiya xwe derkeve.”   DENGÊN VEGUHESTÎ   Ertak, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser dengên veguhestî û wiha domand: “Erê ji derve deng veguhestin lê belê nikarin îradeya gelê Şirnexê biguherînin. Dê gelê me bi ferqeke mezin, bi ser keve.”   SADAK: GELÊ ME AMADE YE   Resûl Sadak ê di sala 1999’an de Serokatiya Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) a Şirnexê kiriye û şûn de jî di nava rêveberiyên partiyên din ên ava bûne de cih girtiye bang li gelê bajar kir.    Sadak destnîşan kir ku têkoşîna gelê kurd li Şirnexê berdêlên giran daye û bi bîr xist ku ew rêhevalên xwe yên wekî Serdar Taniş, Ebubekir Denîz di oxira vê riyê de canê xwe dane. Sadak diyar kir ku gelê Botanê ji hilbijartinên 31’ê Adarê re amade ye û wiha got: “Wekî salên 2004 û 2009’an û wekî sala 2014’an dê serkeftineke mezin bi dest bixe. Dê gelê Şirnexê feraseta qirêj a AKP’ê û MHP’ê ji van deran bişîne. Dê gelê me dest bide destên namzetên hevşaredariyê û dê îradeya xwe serwer bike.”   ‘DEMA SERKEFTINÊ YE’   Sadak gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em destûr nedin çavên hevalên me yên wekî Haci Lokman Bîrlîk, Yusuf Ugur, Ruzgar Uysal, Abdullah Sakîn li pey me bimînin. Em di 31’ê adarê de serkeftineke mezin bi dest bisin. Dem dema azadiyê ye. Dem dema serkeftina Şirnexê ye.”