DEM Partiyê ji bo 3 hezar û 968 sindoqên Amedê muşahid peywirdar kirine 2024-03-29 09:18:58   AMED - DEM Partî ya Amedê ji bo 3 hezar û 968 sindoqan amadekariyên xwe yên muşahid, berprisyarênd ibistanan û kesên erka îtirazê di destê wan de temam kirin.    Ji hilbijartinên herêmî re rojek ma. Li Amedê dê milyon û 164 hezar hilbijêr li hezar û 67 dibistanan dengên xwe bi kar bînin. Li Amedê DEM Partiyê tevdîrên ji bo ewlehiya sindoqan temam kirin.    Der barê ewlehiya sindoqan de Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn bal kişand ser girîngiya hilbijartinê. Şahîn peyama gel a di Newrozê de bi bîr xist û diyar kir ku şaredariyên ku vîna gel nîşan didin dê di vê hilbijartinê de ji nû ve bên bidestxistin.    BANGA XWEDÎDERKETINA LI SINDOQAN   Şahîn anî ziman ku divê gel ji bilî peywirên hatine diyarkirin xwedî li sindoqan jî derkeve û got: “Ji ber ku desthilatdariya dizane wê winda bike, neçar e her cure gendelî û bêrêbaziyê bike. Em vê yekê ji hilbijêrên sexte dizanin. Di vî warî de divê gelê me pêşî dengê xwe bi kar bîne, piştre xwedî li dengê xwe derkeve û bi dengên xwe vîna xw ebi dest bixe."    Şahîn bang li peywirdarên sindoqan jî kir û got: “Ger girtename berî hilbijartin dest pê bike bên îmzekirin sûc e. Lewma divê mirov baldar be. Ji ber ku desthilat wê her cure rê, rêbaz û hîleyan bi kar bîne. Em piştî hejmartin bi dawî bû, girtenameyan îmze bikin. Em dengên xwe bi kar bînin û xwedî li dengên xwe derkevin."    Şahîn anî ziman ku desthilat niha ji bo îradeya gel xesp bike, li herêmê leşker û polîs wezîfedar kirine û got: “Divê gelê me li cihên ku ev wezîfedarî hatine kirin gelekî baldar be."   TEVDÎR HATIN GIRTIN   Şahîn der barê tedbîrên ku girtine de jî diyar kir ku li tevahiya Amedê herî kêm 150 parêzer li qadan hatine wezîfedarkirin û avçe bi navçe kes hatine wezîfedarkirin û wiha got: “Ji ber ku li hin navçeyan pirsgirêkên hene, me giranî da van qadan. Li ser vê yekê hem heyeta me ya çavdêriyê, hem peywirdarên sindoqan, hem parêzer û hem jî maseyên krîzê çalak in. Xebatên me yên li qadê didomin."   Endamê Lijneya Koordînasyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê Sedat Ûysal jî saetên dengdanê bi bîr xist û diyar kir ku hilbijartin dê li Kurdistanê saet di 07.00'an de dest pê bike û saet di 16.00'an bi dawî bibe. Ûysal hişyarî da hilbijêran û wiha got: “Ji ber ku piraniya mirovan dema dawî wekî saetê 17.00 dizanin. Em dixwazin gelê me di vê der barê de bê agahdarkirin."   Ûysal destnîşan kir ku ew 3 meh in li ser ewlehiya hilbijartinê û ewlehiya sindoqan dixebitin û xebatên xwe bi dawî kirine û got ku li navenda Amedê wê 3 hezar û 968 sindoq bên danîn û milyon û 164 hezar kes biçe ser sindoqan. Me ji bo her sindoqê endamekî lijneya sindoqê û muşahidek tayin kiriye."    MA/ Mujdat Can