Ji Muglayê hilbijêrên bitevger derketin rê: Em ji bo serkeftinê diçin 2024-03-29 13:02:53 MUGLA - Hilbijêrên bitevger ên ji Muglayê ji bo dengên xwe bi kar bînin ber bi bajarên Kurdistanê ve ketin rê wiha gotin: “Em ji bo serkeftinê dikevin rê."    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Muglayê, welatiyên li derveyî bajarên xwe dijîn vediguhêze bajarên wan. Îro ji Muglayê zêdetirî 850 hilbijêrên bitevger ber bi bajarên xwe ve bi rê ketin. Hilbijêrên bitevger şandin bajarên wekî Wan, Êlih, Agirî, Amed, Mêrdîn, Riha û Konyayê.   HILBIJÊRÊN BITEVGER: EM JI BO SERKEFTINÊ DIÇIN   Ji hilbijêrên bitevger Tuncer Erdonmez ku ber bi bajarê xwe ve kete rê wiha got: "Em diçin dengê xwe bikar bînin. Em ê dengê xwe bidin xwe.” Mehmet Salih Şeker ê ku ji Muglayê ber bi Wanê ve kete rê jî ev tişt anî ziman: "Em diçin ji bo partiya xwe, ji bo azadiya xwe, dengê xwe bikar bînin. Em ê dengê xwe bidin xwe.”   Hilbijêra bitevger Gulşah Atabay jî nêrîna xwe wiha parve kir: "Ji bo partiya xwe em diçin dengê xwe bikar bînin. Em diçin ji bo biserkevin. Ji ber vê em ewqas rê didin pêşiya xwe û li partiya xwe xwedî derdikevin. Divê herkes lê xwedî derkeve.” Nafîz Konca jî wiha got: “Ji Bodrumê ber bi Wanê ji bo dengê xwe bikar bînim, li vîna xwe xwedî derkevim derketime rê.” Hilbijêrê bitevger Ulaş Ozgur jî wiha got: “Em li îradeya xwe xwedî derdikevin.”