Nobeta Edaletê: Heke Abdullah Ocalan azad nebe, tu kes azad nîn e 2024-03-29 16:43:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvan û ziyaretvanên Nobeta Edaletê ku azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin, banga xurtkirina têkoşînê kirin û wiha gotin: “Heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan neyê şikandin û ji hêla fîzîkî ve azad nebe dê tu kes azad nebe.”   Li gel ku demeke dirêj tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nehatin girtin, di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê, bi daxuyaniyên hevpar kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de girtîyên siyasî yên di girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê de tên ragirtin, di 27’ê cotmehê de bi heman daxwazê greva birçîbûnê dane destpêkirin. Piştî ku çalakî di girtîgehan de berbelav bû, xizmên girtiyan û rêxistinên sivîl ên civakî li gelek bajaran Nobeta Edaletê dan destpêkirin û çalakî îro jî berdewam kir.     MÊRDÎN   Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê di avahiyê Rêxistina DBP’a Mêrdînê de dane destpêkirin di roja 82’emîn de berdewam dike. Çalakgerên nobetê stranên têkoşînê gotin û diruşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Ji kadroyên PKK’ê Ferhat Kurtay ê bi 3 hevalên xwe ve di dema cuntaya leşkerî ya sala 1980’an de di girtîgeha Amedê de li dijî îşkenceyê agir berdan bedenên xwe. Xwişka Kurtay Rabîa Kurtay daxwazên xwe dubare kirin. Kurtay anî ziman ku ew ji bo azadiyê nobetê digirin û wiha axivî: “Em dixwazin riya aştiyê vebe. Em dixwazin zarokên me werin berdan. Tim di girtîgehê de tên ragirtin. Ma doza çi dikin? Doza mafên xwe,  zimanên xwe dikin. Em ji tu kesê sedeqeyê naxwazin. Ev doza me ye. Em ji bo vê dozê di nobetê de ne. Em wekheviyê û mafên xwe dixwazin.”    AMED   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) bi daxwaza ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk hatiye destpêkirin di roja 116’emîn de berdewam dike.    Parlamenterê Partiya Çep a Almanyayê Gokay Akbulut ê bi şandeya ji bo nobet û hilbijartinê bişopîne ji Almanyayê hatiye re serdana nobetê kirin. Şande di serdanê de daxwazên xizmên girtiyan guhdar kirin û piştevaniya xwe anî ziman.    Xizmên girtiyan di nobetê de xwestin zextên ser girtîgehan bi dawî bibin û anîna ziman ku ew ê nobeta xwe bidomînin. Nobet bi berzkirina diruşma “Bê serok jiyan nabe” dom kir.    ÊLIH   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 57’emîn de berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, rêxistinên DEM Partiyê yên Êlihê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî serdana nobetê kirin.   Dayik Safure Akin a çalakiyê didomîne anî ziman kurê wê Yunus Akin ê di Girtîgeha Tîpa S ya Ewlehiya Bilind a Samsûnê de tê ragirtin, ji mehekê zêdetir e, di bin tecrîdeke giran de ye û diyar kir ku rastî tundiya fîzîkî tê. Akin da zanîn ku girtiyên siyasî rastî muameleyên cuda tên, ji raya giştî re banga hestiyariyê kir û wiha got: “Kurê min her cara ku li me digere dibêje ku, ‘Gefa mirinê li me dixwin. Xwedî li me derkevin.’”   STENBOL    Nobeta Edaletê di roja 110’emîn de berdewam kir. Rêxistina DEM Partiyê ya Beylikduzu, aktîvîstên TJA’yê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) serdana Nobeta di avahiyê Rêxistina Sûltangazî ya DEM Partiyê de tê domandin, kirin.    Ziyarette konuşan TJA aktivisti Xece Başkale, PKK Lideri Abdullah Öcalan üzerindeki tecride değinerek “Abdullah Öcalan üzerindeki tecrit kırılmadan ve fiziki özgürlüğü sağlanmadan hiç kimse özgür değil” dedi.    Di serdanê de aktîvîsta TJA’yê Xecê Başkale bal kişand ser tecrîda girankirî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  û wiha got: “Heta ku tecrîda ser Abdullah Ocalan neyê şikandin û azadiya wî ya fizîkî neyê pakanîn, dê tu kes azad nebe.”