Hevşaredarên Îdirê mazbatayên xwe wergirtin 2024-04-09 19:01:51   ÎDIR - Hevşaredarên Îdirê Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kûm mazbatayên xwe wergirtin.   Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kum ên ku ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wekî hevşaredarên Îdirê hatin hilbijartin, mazbatayên xwe wergirtin.   Parlamenterê Îdirê Yilmaz Hûn jî di nav de gelek kes ji bo wergirtina mazbatayan hevrêtî bi hevşaredaran re kirin. Piştre hevşaredar û şandeya bi wan re bi girseyî derbasî avahiya şaredariyê bûn.