Muzîkjenê ku polîsan pozê wî şikand: Her çalakî mafê me ye 2024-04-10 09:01:29   STENBOL - Muzîkjen Yusuf Keleş ê endamê Koma Hevrayê ku li Esenyûrtê di protestoyên Wanê de pozê wî hat şikandin û hat binçavkirin, diyar kir ku berê jî rastî pêkanînên bi vî rengî hatiye û got: "Gotina hunermend mîna kêra tûj e, dikare hemû aliyên bêedaletiyê bibire. Pergal, ji vê yekê ditirse."    Di 3’yê Nîsanê de li Esenyûrta Stenbolê, di protestoyên li dijî hewldana desteserkirina vîna gelê Wanê de, rojnameger jî di nav de 86 kes ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin û ji wan 13 kes bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve hatin berdan.   Ji kesên ku beşdarî çalakiyan bû û hat binçavkirin jî yek jê endamê Koma Hevrayê muzîkjen Yusuf Keleş bû.   Keleş ê di dema binçavkirinê de pozê wî ji aliyê polîsan ve hat şikandin, behsa tiştên di dema binçavkirinê de hatin serê wî.    Keleş, protesto eylemlerine neden katıldığını “Wan’da doğmuş büyümüş bir kişi olarak annemin, babamın, kardeşlerimin kullandığı oya, iradelerine sahip çıkmak amacıyla tamamen demokratik olan bir basın açıklaması yapabilmek için oraya gittim” sözleriyle açıkladı.   Keleş sedema beşdarbûna xwe li çalakiyan bi van gotinan vegot: “Ez weke kesekî ku li Wanê ji dayik bûye û mezin bûye, ji bo parastina deng û îradeya dayîk, bav û dayîka xwe, ji bo parastina dengan û îradeya xwe ez çûm wê derê daxuyaniyeke çapemeniyê ya tevahî demokratîk bidim. xwişk û bira."   Keleş anî ziman ku beriya ku wê rojê dest bi çalakiyê bikin ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin û wiha got: “Mixabin beriya ku em dest bi çalakiyê bikin, bi awayekî gelekî hovane bi ser me de hatin. Bêyî dengê parlementerê ku wê daxuyanî bixwende bigihê me, di nava çend deqeyan de hebûna me li wir hat xespkirin."    POLÎS BI MILŞIKANDINÊ GEF LÊ XWARIN   Keleş anî ziman ku piştre ji aliyê polîsan ve ew birine li wesayîta binçavkirinê siwar kirine û wiha pê de çû: “Piştî ku ez ji dorpêçê derxistim, bi lêdan û kulman ez birim pêşiya wesayîta binçavkirinê. Polîsê ku min ew nedidît bi stuyê min girt û rûyê min li beşa hesinî ya wesayîta binçavkirinê xist. Ez nêzî 10 saniyeyan gêj bûm û ber çavên min reş bû. Li wir min ferq kir ku pozê min derbeke mezin xwariye. JI paş de destên min kelemçe kirin û ez birim wesayîta binçavkirin, ez nikaribûm bi rê de jî biçim. Di wesayitê de jî em rastî muameleya xerab û helwestên tund hatin. Di wê demê de kesekî ku min digot qey şefê polîsan e bi milşikandinê gef li min xwar. Her çendî min diyar kir ku ez wekî hunermend û muzîkjenekî li vir im jî, nesekinî tew hinekî din jî tund tevgeriya. Hin polîsên din jî wekî mafên demokratîk ên hunermendekî tune bin tevgeriyan û got, 'Eger tu hunermend bî, tu li vir çi dikî, tu yê bicehimî û biçî."    RAPORA ÎŞKENCEYÊ LI DOSYEYÊ NEHAT ZÊDEKIRIN   Keleş anî ziman ku piştî hatine binçavkirin zext û gefên polîsan jî dewam kirine û wiha got: “Dema em diçûn nexweşxaneyê nêzî 6 saetan em di wesayîtê de bi kelepçekirî ldan sekinandin. Em bi wî awayî birin cem bijîşk. Di dema mûayeneyê d ekelemçeyên me venekirin. Pozê nûçegihanê MA'Yê Ferhat Sezgîn jî şikandibûn û pêdiviya wî bi bûzê û êşbirê hebû. Lê peçeteyek jî nedan me. Li nexweşxaneyê raporek dan me û min ji polîsan xwest ku raporê jî daxilî nava dosyeyê bikin. Lê dema em bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, dadger got ku di dosyeyê de raporeke wiha tune ye. Wer xuya ye rapora daxilî dosyeyê nehatiye kirin."    Keleş got: "Gotina hunermend mîna kêra tûj e, dikare hemû aliyên bêedaletiyê bibire. Pergal, ji vê yekê ditirse."   Keleş anî ziman ku ew wekî endamekî Koma Hevrayê berê jî rastî pêkanînên bi vî rengî hatiye û got ku hevgirtina li hemberî zextan xwedî wateyeke mezin e. Keleş destnîşan kir ku ew ê karibin bi yekîtî û hevgirtinê ji heq faşîzmê û zextan derkevin.    Keleş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê giliyê polîsên îşkence lê kirine bike.