Tacîza çawişê pispor li Manîsayê hate şermezarkirin 2024-04-14 20:25:38   MANÎSA - Hevseroka DEM Partiyê ya Alaşehîrê Rûkiye Ors a di daxuyaniya taciza çawişê pispor a li Şirnexê hate şermezarkirin de axivî, wiha got: “Em ê bi mezinkirina rêxistinbûna xwe bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet.”   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Manîsayê û Rêxistina Alaşehîrê ji bo tacîza çawişê pispor a li Şirnexê şermezar bikin, li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Alaşehîrê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. Daxuyaniya çapemeniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Alaşehîrê Rûkiye Orsê xwend.    Ors, diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ên desthilatê yên li dijî jinan bi destê hêzên ewlehiyê kûrtir bûne û anî ziman ku wê bi zêdekirina hevgirtin û rêxistinbûna jinan bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet. Ors axaftina xwe wiha domand: “Di çarçoveya polîtîkayên şerê qirêj ên ji aliyê desthilata serwer a zilam ve tên meşandin de ji aliyê ‘hêzên ewlehiyê’ yên anîne Kurdistanê ve ji destpêkê ve jin hedef hatine girtin û hate xwestin ku bê vîn bikin. Bûyera li Şirnexa ku bi salan e bûye navenda şerê taybet ku çawişekî pispor 3 jin tacîzkirine jî ji van polîtîkayan ne serbixwe ye.”    ‘EM Ê JIYANA AZAD BI HEV RE AVA BIKIN’    Ors, bi lêv kir ku di sûcên li dijî jinan tên kirin de, polîtîkaya bêcezatiyê ji aliyê desthilatê ve bi awayekî sîstematîk tê birêvebirin û diyar kir ku berpirsyara tacîza li Şirnexê desthilat e. Ors, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê destûrê nedin ku tundiya li dijî jinê were rewakirin û sûcên li dijî jinê bi polîtîkayên bêcezahiştinê û biryarên nepenîtiyê yên li ser dosyayan bên nixumandin. Em ê bi mezinkirina hevgirtin û rêxistinbûna xwe ya jinê bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet. Em ê hevgirtina xwe ya li dijî tundiya mêr-dewletê mezin bikin û jiyaneke wekhev, adîl û azad bi hev re ava bikin.”