Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan 2024-04-16 08:42:25   ŞIRNEX - Di qezaya trafîkê ya li Qilebanê çûbûye de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.    Duh bi şev li taxa Yeşîlova ya li navçeya Qilebana Şirnexê qezaya trafîkê çêbû û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû. Li gorî agahiyên bi dest ketine wesayîtekî dema di rê de diçû ji kontrola ajokar derket û firiya nava çem. Welatiyên bi navê Ferhat Bîlen, Abdulkerîm Babat, Melek Soylu û Haşîm Babat ên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan, kesekî ku navê wî nehatiye zanîn jî birîndar bû.    Kesê birîndar bûye ji bo were dermankirin rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyên 4 kesên jiyana xwe ji dest dane jî ji bo karûbarê otopsiyê anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê.    Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.