Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye 2024-04-18 10:04:58 MÊRDÎN - Hate zanîn ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê ji bo mitînga Serokkomarê AKP’î Erdogan ji kirêkirina wesayîtan, cihê mayînê û xwarinê re 2 milyon û 416 hezar lîre xerc kiriye. Her wiha derket holê ku beriya hilbijartinê bi 6 milyon û 469 hezar lîreyî tiştên diyariyê kirîne.    Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dest xist, waliyên ku di dîrokên cuda de weke qeyûm hatin tayînkirin, li pey xwe 3 milyar û 502 milyon lîre deyn hiştin. Lêçûnên taybet ên qeyûman ku beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bi nelirêtiyan her tim di rojevê de bûn, mirovan matmayî dihêlin. Tenê di pêvajoya 34 rojan a di navbera 28’ê sibat-1’ê nîsana 2024’an de ku Walî Tûncay Akkoyûn qeyûm bû, ji bo “Lêçûnên nûnerî û mevanperweriyê” bi milyonan lîre hatine xerckirin. Piraniya van lêçûnan ji xwarin, tiştên diyariyan û kirêkirina wesayîtan pêk tê.    BUDÇEYA ŞAREDARIYÊ JI ERDOGAN Û ŞANDEYA WÎ RE HATE XERCKIRIN   Rêveberiya qeyûm di navbera 28’ê sibatê-1’ê nîsanê de ji bilî “Mûçeya Şaredariyê” 9 milyon û 844 hezar û 783 lîre pere xerc kiriye. Ji bo mitînga hilbijartinê ya Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan di 13’ê adarê de li dar xist, bi 2 milyon û 30 hezar lîreyan re 67 heb wesayît hatine kirêkirin. Dîsa ji bo şandeya ji ber mitînga Erdogan hate bajêr 211 hezar û 807 lîre ji bo xwarinê hatiye dayîn. Ji bo 95 kesên di nava şandeyê de cih digirtin 175 hezar û 40 lîre ji bo cihê mayînê hatiye dayîn.    PIŞTÎ HILBIJARTINÊ BIHAYÊ 114 HEZAR LÎREYAN ÇEREZ KIRIYE   Rêveberiya qeyûm rojekê piştî hilbijartina 31’ê Adarê an ku di 1’ê nîsana 2024’an de bi bihayê 114 hezar û 130 lîreyan çerez û çîkolate kirîne. Kirîna çerez û çîkolateyan jî weke “Ji bo diyarî mevanan bên kirin” derbasî qeydan bûye.    BI BIHAYÊ 6 MILYON Û 469 LÎREYAN DIYARÎ HATINE KIRÎN    Lêçûnên balkêş ên rêveberiya qeyûm bi vê jî bisînor nînin. Di navbera 28’ê sibatê û 1’ê nîsanê de bi bihayê 6 milyoan û 469 hezar û 264 lîre tiştên diyariyê kirîne. Ji bo xerckirina tiştên diyariyê yên bi 5 milyon û 479 hezar û 835 lîreyan a di 29’ê Adarê de wiha hatiye gotin “Kirîna pirtûkan ku li dibistanên navend û navçeyan bê belavkirin.”   Ji lêçûnên taybet ên sala 2024’an 622 hezar lîre ji cihê mayînê, 609 hezar û 199 lîre ji xwarinê û 2 milyon û 30 hezar lîre jî ji kirêkirina wesayîtan pêk tê.    MA / Ahmet Kanbal