Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin 2024-04-19 08:28:13 NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişê Kobanê kir. Di êrişa li dijî wesayîtekê de 2 kes birîndar bûn.    Artêşa tirk bi Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) êrişî wesayîteke li gundê Ênbetê yê li rojhilatê Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHa) di êrişê de welatiyê bi navê Elî Mistefa Osman û hevjîna wî Helîme Mihemed Osman birîndar bûn. Birîndar ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê.