Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin 2024-04-19 09:28:55 SÊRT - Hevşaredarên Bajaroka Ziyaretê BErfîn Evren û Enes Cengîz ku şaredariyê bi 36 milyon û 389 hezar û 498 lîre û 75 qurişan dewr girtin, gotin: "Em bi xwe bawer in, em ê xizmeta gelê xwe bikin."    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2024'an de li bajaroka Ziyaretê ya navçeya Hawêl a Sêrtê bû partiya yekemîn û şaredariya bajarkê bi dest xist.    Şaredarê ji Partiya Saaedê Mûrat Akgun ku di sala 2019'an de hatibû hilbijartin, paşê îstifa kiribû û derbasî AKP'ê bûbû. Akgun, heya sala 2024'an de şaredariyê di nava deynan de hişt. Akgun, li dû xwe 36 milyon û 289 hezar û 498 lîre û 5 quriş deyn hişt.    ‘EM BI XWE BAWER IN, EM Ê XIZMETÊ BIKIN'   Hevşaredarê Ziyaretê Enes Cengîz got: “Wekî niha jî hûn dibînin, şaredarê berê şaredariyê bi temamî qfuil kiriye. Ji bo astengkirina karê me gelek kes xistine kar. Ceryana em bi kar tînin û amûrên înşaetê yên ku em li taxê bi kar tînin hemû bi deyn dixebitin. Lê em bi xwe bawer in, em bawer in ku em ê ji heqê van tiştan derkevin. Em ê xizmeta herî laîk pêşkêşî Ziyaretê bikin."   Cengîz anî ziman ku şaredarê berê tevî ev qas deynan jî tu tişt nekiriye û got: “Qada futbolê û fabrîqeya tekstîlê hatine çêkirin, lê bi temamî bi hîbeya wezaretan hatine çêkirin. Ji bilî vê, tiştek xuya nake. Em hîn nizanin ev pere çawa û ji bo çi hatine xerckirin."   PROJEYÊN KU TURÎZMÊ PÊŞ BIXIN   Cengîz anî ziman ku ew ê projeya muzeya ku di sala 2014'an de plan kirine pêk bînin û wiha got: "Em difikirin ku bi projeyeke mîna Mewlana ya li Konyayê li vê derê bikin muze. Ji xeynî wê ev der di warê turîzma olî de pir girîng e. Mêvanxane û cîhên me tune ne. Ji ber ku cihê mêvanên me tune ye û cihê bêhnvedanê tune ye, em ê pêşî qadên bi vî rengî çêbikin."    Hevşaredara herî ciwan a DEM Partiyê Berfîn Evrenê (19) jî anî ziman ku yek ji pirsgirêkên sereke yên bajêr koçberiya ji ber betaliyê ye. Evren diyar kir ku ciwan ji ber betaliyê ji bêgavî koçî bajarên din dikin û got ku ew ê derfetên kar ji ciwanan re peyda bikin. Evrenê diyar kir ku ew ê dîsa kooperatîfên jinan ava bikin û got ku rêveberiya berê ne ji raya giştî re, ji alîgirên xwe re xizmet kiriye. Evren wiha domand: “Me deriyên şaredariya ku aîdî gel e, ji raya giştî re vekir. Em û gelê xwe bi hev re dixebitin, ji bo şaredarîvaniyeke demokratîk, wekhev, ekolojîk û li ser esasê azadiya jinê."   MA/ Rûkiye Adiguzel