Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye 2024-04-22 09:51:10   COLEMÊRG - Hevserokê Şaredariya Gevere Şoreş Dîrî destnîşan kir ku qeyûm di demekî kin a pêşiya hilbijaritnê de ji bo emniyet, edliye û qedayifê bi mîlyonan pere xerc kiriye.    Piştî ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şaredariya Gevera Colemêrgê bi dest xist, texrîbatên qeyûm jî derketin holê. Hevşaredarên Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî daxuyandin ku qerê şaredariyê 988 milyon, 70 hezar lîre ye. 895 milyon û 727 û 788 lîreyê vî qerî, qerê Bankaya Bajaran e. Faîzê bingehîn ê vî pereyi 513 milyon û 278 hezar lîre ye. Qerê dimînin jî yên Saziya Ewlehiya Civakî (SGK), sendika û qerên piyaseyê ne.    150 HEZAR PEREYÊ QEDAYIFÊ   Ji hevserokan Şoreş Dîrî ê di 3’yê nîsanê de mazbataya xwe stendiye û dest bi peywira xwe kiriye wiha got: “Hema bêje 20-30 salên Geverê desteser kirine. Qeyûm du zeviyên giranbiha yên Geverê bi bihayekî pir erzan firotine. Di 5 salan de 54 kesan girtine kar. Kesên girtine kar jî xizmên qeyûm û alîgirên AKP’ê ne.”    Dîrî destnîşan kir ku çawa ew bi hatina peywirê, peywira cîgirên qeyûm dane sekinandin û anî ziman ku ew piştî 15’ê nîsanê jî peywira cîgiran bi dawî kirine. Dîrî da zanîn ku wan tespît kirine ku di demekî nêzî hilbjartinan de “mesrefên giran” hatine kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 10 rojên dawî 8-9 milyon pereyê şaredariyê hatiye xerckirin. 3-4 milyon ji Midûriyeta Polîsan a Geverê re hatiye xerckirin. Bi bihayekî giran sotemeniya wesayîtan hatiye stendin. Hin pere ji Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Geverê re hatiye razandin. Bi bihayê 100-150 hezar lîre jî qedayif hatiye stendin.”    Dîrî da zanîn ku di 28’ê adarê û 2’yê nîsanê de cu îhaleyên cuda yên riyê hatine çêkirin û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Bi bihayê 15 milyon lîreyan îhale hatiye çêkirin. Me ev îhale betal kirin. Ji Midûriye Polîsan a Geverê re 3-4 xerckirinên cuda hene. Ji bo xarinên fitareya remezanê pere hatine razandin. Dîsa ji bo pîrozbahiyên rojên cuda hin fature hatine birîn.”    ‘EM Ê XIZMETA HERÎ BAŞ BIKIN’   Dîrî diyar kir ku ew ê tevî texrîbatên qeyûman xizmeta gel bidomînin wiha pê de çû: “Her mehê ji Bankaya Bajaran 30 milyon lîre tê. Ji van nêzî 15 milyonan heqê xebatkaran e. Em ê bi pereyê dimîne xizmeta herî baş bikin.”    Dîrî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di şaredariya me de yekîneya jinan nîn e. Em ê di dema herî nêz de ava bikin. Herwiha di qada ciwan û çandê de kêmasiyên mezin hene. Em ê di hêla çand, hüner û ciwanan de konser û mihrîcanan li dar bixin. Ji pirsgirêkên sereke yên Geverê yek jî rê ye. Em îsal plansaziya çêkirina riyan dikin.”    MA / Mazlum Engîndenîz