Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin 2024-04-23 08:12:43   NAVENDA NÛYUÇEYAN - Di encama serdegirtinên malan ên li Stenbol û Enqereyê de 8 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de li Enqere û Stenbolê bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li Enqereyê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Arslan hate binçavkirin.    Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de jî nûçegihana MA’yê Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras,Yeşîm Alici, Beste Argat Balci û Şirîn Ermîş hatin binçavkirin. Nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak jî li Rihayê bi serdegirtina malê de hate binçavkirin.