Li Çiyayan bayê biharê 2024-04-23 09:01:52   AMED - Li gundê Eskar ê Pasûrê, çiya seranser hêşîn bûn û gelî veguherîn sûlavan.    Gundê Eskar ê Pasûr a Amedê, bi çiyayan dorpêçkirî ye. Ji ser van çiyayan şeş mehan berf xalî nabe. Çiyayên ku zivistanê di bin berfê de dimînin, di biharê de jî wekî demsala wan zivistan be. Lê ev demeke ji ber germahiyê, berfa li ser wan zû heliya. Bi germahiyê re kulîlk jî bişkivîn û bayê biharê yê li geliyan ber bi lûtkeyên çiyayan ve digobile.    Her wiha avên diherikin rûbaran jî, hema bibêje vediguherin sûlavan.