Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin 2024-04-25 09:33:23 MÊRDÎN- Di serdegirtinên malan ên li navçeya Qoserê de 2 kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li navçeya Qoser a Mêrdînê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Eylem Kurga û biraziyê wê Serhat Kurga hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.    Welatiyên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê.