Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket 2024-05-17 14:42:50 AMED - Siyasetmedar Gultan Kişanak li Amedê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin. Kişanak, wiha got: “Di vê têkoşînê de wijdan bi ser ket, mîna Kobanê bi ser ketî. Dê doza kompasê ya Kobanê jî biçe sergoya dîrokê.”    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku duh ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê tehliye bû, piştî 7 sal û nîvan hate Amedê. Kişanak, li Balafirgeha Amedê ji hêla hevşaredarên bajarê mezin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û jinan ve bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin. Kişanak a ku bi çîçekan hate pêşwazîkirin, yek bi yek hemû jin hembêz kir.    'DÊ DOZA KOMPASÊ BIAVÊJIN SERGOYA DÎROKÊ’    Kişanak li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Heta tevahiya hevalên me azad nebin em jî azad nînin. Kobanê, encama wijdanê ye. Piştre jî weke doza kompasê ya Kobanê anîn pêşiya me. Hêj jî wisa didome. Me careke din derfeta wijdan û bêwijdaniyê, fêmkirin û dîtinê dît. Di vê têkoşînê de wijdan bi ser ket. Mîna serkeftina Kobanê. Dê doza kompasê ya Kobanê jî biçe sergoya dîrokê. Em jî dê tevahiya hevalên xwe azad bikin. Em ê bi hev re li Amedê govenda azadiyê bigerînin. Em îro kêm in, hinek birîndar in. Hevalên me di dilê me de ne, dê di têkoşîna me de bi me re bin. Ew jî wisa dixwazin.”    BAL KIŞAND SER PEYAMA YUKSEKDAG   Kişanak, silavên Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ragihand û peyama Yuksekdag a îro wiha bi bîr xist: “Silavên Serok Fîgen ji bo her kesî  hebûn. Gelek silavên wê ji bo gelan hebûn. Got; ‘Me bi saya berxwedanê xwe gihand van rojan. Dê ji vir û şûnde jî wisa bidomînin.’ Peyama wê ya îro we jî dît. Dibêje ‘Bila kesek serê xwe netewîne.’ Biryara têkildarî me hatiye dayîn, sedema têkoşînê ye. Bêguman em xemgîn bûn. Ev biryara derhiqûqî û neheq, berdewamiya kompasê bû. Em ê vê jî derbas bikin. Min silav û hêviya têkoşînê ya hemû hevalan ji bo Amedê anîn.”    LI BER AVAHIYA PARTIYÊ YA BAJÊR HATE PÊŞWAZÎKIRIN    Kişanak û kesên pê re piştî pêşwazîkirina balafirgehê derbasî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bûn. Kişanak li vir bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.      Kişanak a li vir jî axivî, wiha got: “Hevrêyên me di doza komployê de bi biryareke bêhiqûqî re rû bi rû ne. Kobanê esas doza mirovahî û wijdanê bû. Wê demê bi rastî jî ji 7 salî heta 70 salî herkes li Kobanê xwedî li mirovahiyê, wijdanê û rûmetê derket. Pişt re jî bi Doza Komployê ya Kobanê operasyon hatin kirin. Niha jî ev doza mirovahiyê û wijdanê li pêş berî me disekine. Biryara duh ji bo me ne biryareke bi wate ye. Ne bi awayekî hiqûqî ne jî bi awayekî wijdanî weke heqîqeta vî welatî ne biryareke derbasdar e. Em dizanin ku her hevalekî me yê li wir ji bo aştî, azadî û demokrasiya vî gelî jiyan. Ji bo vê bêhn girtin ji bo vê têkoşiyan. Îro jî li girtîgehan heman berxwedanê didomînin.”   TURK: EM Ê BÊHTIR BI RÊXISTINÎ TÊBIKOŞIN   Ahmet Turk jî wiha got: “Doza Komployê ya Kobanê dozeke siyasî ku gelê kurd bêdeng bike, destkeftiyên gelê kurd ji holê rake li pêşberî me disekine. Em dizanin ku ji berê ve ji bo destkeftiyên gel ji holê bên rakirin bi feraseteke nijadperest, netewperest re rû bi rû ne. Em dixwazin ku hûn vê bizanin; çi dikin bila bikin ev gel dê tu caran serî netewîne, ji bo azadî, pêşerojeke demokratîk û pêşeroja azad a gelê kurd dê vê têkoşînê bidomîne. Ji ber ku hevalên me li hundir in, dilê me xemgîn e. Lê em ê ji bo pêşerojeke azad û demokratîk elbet ji duh û îro bêhtir bi awayekî bi bawer têbikoşin.”