Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir 2024-05-17 16:05:26   RIHA – Hevşaredarê Serêkaniyê Ugur Kahraman da zanîn ku pereyê ji Banka Îllerê hatiye şandin bi têrî lêçûnên xebatkarên şaredariyê jî nekiriye.    Şaredariya Serêkaniyê ya Rihayê di hilbijartinê dawî de kete destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Texrîbatên ku rêveberiya AKP’iyan di şaredariyê de çêkirin roj bi roj bêhtir derdikevin holê. Hevşaredar Ugur Kahraman lêçûn-dahatên şaredariyê yên 2 mehan bi raya giştî re parve kir.    Kahraman, da zanîn ku di meha nîsanê de Banka Îllerê ji şaredariyê re 17 milyon û 613 hezar TL şandine û ev agahî parve kir: “Lê belê tenê lêçûnên xebatkarên şaredariyê 19 milyon û 478 hezar TL ne. Di meha gulanê de jî 18 milyon û 156 TL hatin şandin. Lê lêçûnên xebatkaran 19 milyon û 432 hezar TL bûn. Em li vir tenê qala lêçûnên xebatkaran dikin. Dema hûn hewl didin peywirên esasî yên şaredariyê bicih bînin, gelek aliyên cidî derdikevin holê. Rêveberiya berê çiqas xizm, heval û dostên wan hebin tevek xistine şaredariyê. Hejmara heyî ji pêdiviyê pir zêdetir e.”    Bi domdarî Kahraman wiha got: “Ji bo vê rewşa neyînî li pey xwe bihêlin, em neçar man ku hinek tevdîran bigirin. Weke sererastkirina hejmara personelan û bêrêjetiya di heqdestê de. Ji bo xizmetê me serî li projeyên bernameyên hîbeyê da. Tesîsên hilberînê yên niha nayên xebitandin jî em ê dest bi xebitandina wan bikin. Em ê şantiyeya kevirên parkeyê, şantiyeya xurdikan û atolyeya tekstîlê bidin xebitandin û pêdiviyên xwe pêşwazî bikin.”