Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin 2024-05-17 16:16:16   RIHA - DEM Partî ya li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê kir, ev peyam da: “Em ê vê carê bi ferqeke zêdetir û teqez dîsa bi dest bixin.”   Ji ber hilbijartinên li navçeya Curnê Reş (Hîlwan) a Rihayê hatin nûkirin dê di 2’yê hezîranê de gel jinûve biçe ser sindoqan. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di demekî ji hilbijartinê re kêm maye de derî bi derî xebatan dimeşîne. DEM Partiyê îro jî ji 3 aliyan ve xebatên xwe domandin. Parlamenterên DEM Partiyê Huseyîn Olan, Adalet Kaya û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî tev li xebatan bûn.    Şandeya ku namzetê Hevşaredariyê yê Curnê Reş Serhan Paydaş û parlamentera Amedê Adalet Kaya jî di nav de li gundên Işkik, Kayslok û Sêxberê xebatên hilbijartinê domandin. Şandeya ku malên li gundan yek bi yek geriyan, belavokên ku heke di 2’yê hezîranê de weke DEM Partî rêveberiyê bi dest bixin projeyên ku dê pêk bîne belav kirin. Şandeya ku her cihê çûnê bi coş hate pêşwazîkirin peyama “Me di 31’ê Adarê de bi dest xist, em ê di 2’yê hezîranê de dîsa bi dest bixin” da. Adalet Kaya jî diyar kir ku divê herkes xwe bigihîne xizmên xwe yên li derveyî bajêr û girîng e ku ji bo werin hilbijartinê wan qaneh bikin. Şandeyê her wiha ji welatiyan re vegot ku AKP’iyan bi şewitandina sindoqan çawa hilbijartin betal kirine.    PROJEYÊN JI BO JINAN    Namzeta hevşaredariyê Garîp Yeşîl jî bi şandeya ku parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan di nav de re li gundên Xamxar, Sabaşî û Axirmûsê xebatên xwe yên hilbijartinê domandin. Şandeya ku yek bi yek li malan geriya û xebatên hilbijartinê meşand, serdana welatiyên nexweş û astengdar kir. Namzeta hevşaredariyê Yeşîl bi jinan re axivî û da zanîn ku dê di dema şaredariya DEM Partiyê de ji bo jinan gelek projeyan têxin meriyetê û dê ji jinan re cihekariyeke erênî were kirin.    ‘TERCÎHA ME DÎSA DEM PARTÎ YE’    Şandeya ku parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Hevserokên DEM Partiyê yên Navçeyê Meral Ozdemîr û Mûstafa Koyûncû di nav de jî li gundên Giber, Zeyreka Jêr û Jor, Hamdûn, Çiraxî û Kanîreşkê serdana malan kir. Şeniyên gundan dan zanîn ku di 31’ê Adarê de piştgirî dane DEM Partiyê û dê di 2’yê hezîranê de jî tercîha wan dîsa bibe DEM Partî. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a bal kişand ser tiştên di 31’ê Adarê de qewimîn wiha got: “Hilbijartina ku me bi 521 ferqa dengan bi dest xist betal kirin. Em ê vê carê bi ferqeke zêdetir û teqez bi dest bixin.”   Xebatên şandeyên DEM Partiyê dê êvarî jî bi serdanên malan û hevdîtinên bi jinan re ên navenda navçeyê bidomin.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Di 31'ê Adarê de namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl bi 521 dengan bi ser ketibûn. Lê êvara hilbijartinê rayên du sindoqan ji aliyê biraziyê namzetê AKP'ê Alî Aslan Bayik, Mustafa Bayik û 50 kesên pê re hatibûn şewitandin. Piştî vê AKP'iyan îtiraz kir û Lijneya Hilbijartinê ya Bilind jî biryara nûkirina hilbijartinê dabû. Hilbijartin wê di 2'yê Hezîranê de cardin bê lidarxistin.