Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire 2024-05-17 18:26:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên ziman biryara di Doza Kobanê de hat dayin şermezar kirin û gotin: "Tu biryar yan tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire yan jî têkoşîna kurdan li paş bihêle. "   Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş jî di nav de 108 tê de hatin darizandin, duh biryar hat dayîn. Di dozê de ku 18 jê girtî 108 kes tê de dihatin darizandin, bi sedan sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran hat birin. Bertekên li dijî biryara cezakirinê didomin. Saziyên ziman jî bi daxuyaniyeke nivîskî biryara dadgehê şermezar kirin û gotin: Tu biryar yan tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire yan jî têkoşîna kurdan li paş bihêle."   Daxuyaniya saziyên ziman bi vî rengî ye:   "Kurd ev sed sal in ku ji bo ku mafên xwe yên bingehîn bistînin û azad bijîn, li ber xwe didin û tê dikoşin. Mafên zimanî, mafê xweîfadekirinê, mafê siyasetkirinê û mafê jiyaneke azad û di nav aştiyê de, ji bo bidestxistina van mafan kurd her di nava têkoşînê de bûne û berdelên giran dane. Gelê kurd ji berê de siyasetê ji bo pêkanîna van daxwazên xwe wek qadeke berxwedanê dibîne û hewl dide ku dengê xwe bide bihîstin û şert û mercên aştiyeke birûmet pêk bîne da ku bikare wekî xwe, bi maf û azadiyên xwe û bi zimanê xwe bijî, were nasîn û xwe bi rê ve bibe.   Her wekî ji bo gelên din jî wisa ye, ji bo gelê kurd jî xwedîderketina li hevdu tiştekî herî rewa ye. Niha siyasetmedarên kurd, dostên wan û gelek mirovên ku di riya çareseriya pirsgirêka kurd de li ber xwe dane di doza bi navê ‘Doza Kobanê’yê de piştî darizandineke nehiqûqî, bi cezayên neheq û gelekî giran re rû bi rû ne. Sedema wê jî ev e ku wan bang li gelê kurd kiriye ku mafê xwe yê demokratîk bi kar bîne û ji bo piştevaniya Kobanêyê xwepêşandanê bike. Hemû kurd û raya demokratîk dizane ku ev yek bi tu awayî nikare bibe mijara darazê û tu carî nayê qebûlkirin.   Em careke din tînin ziman ku siyaset riyeke meşrû û rewa ye ku mirov bê maf, azadî û daxwazên xwe yên kolektîf bîne ziman û mafê xwepêşandanê yan jî vexwendina gel a ji bo bikaranîna vî mafî bi tu rengî sûc nîn e û ev pêvajoya darizandinê û ev cezayên dayî nehiqûqî û nemirovî ne, bes siyasî ne. Ew bi xwe sûcekî giran e ku bi hincetên ku ne tu hincet in ev mirov ji azadiya xwe bê par bên hiştin. Ev neheqî ye, sûc e û tunekirina hiqûqê ye!    Weke saziyên zimanê kurdî yên ku ji bo bidestxistina mafên zimanî têdikoşin, em dibêjin ku em vê pêvajoya darazê û van biryarên dadgehan bi tundî şermezar dikin û banga hestyariyê li gelê kurd û li tevahiya raya demokratîk a xwedî wicdan dikin ku li dijî vê neheqiyê bêdeng nemînin û bi riyên demokratîk di asta herî bilind de li dijî van biryaran dengê xwe bilind bikin. Tu biryar yan tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire yan jî têkoşîna kurdan li paş bihêle.    Herwiha, îro ji Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil û hunermend Ûmût Reşît Çagli bi awayekî derhiqûqî hatin binçavkirin. Di hefteya Cejna Zimanê Kurdî de binçavkirina van her du kedkarên ziman û çanda kurdî, em bi tundî şermezar dikin û bang li berpirsyarên vê kiryarê dikin ku hevalên me demildest berdin û bila were zanîn ku tu zext û zordariya li hemberî ziman û çanda kurdan dê neke ku em gavekê jî bi paş de biavêjin.    Gotina dawî ya berxwedêran e, ew ê dîsa ya berxwedêran be.     Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Enstîtuya Kurdî ya Amedê  Kovara Destar Komeleya Wêjekarên Kurd Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arî ( Arî Der) Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê ( Med - Der) Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê (Avesta -Der) Komeleya Lêkolîn Çand, Ziman û Hunerê ya Ankayê (Anka -Der) Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat - Der) Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belek Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê ( Botan - Der) Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê ( Arsîsa -Der)"