Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2024-05-17 22:18:41   WAN - Şehmuz Îlhan, piştî 30 salan ji Girtîgeha Wanê derket.    Şehmuz Îlhan, piştî 30 salan ji Girtîgeha Wanê derket. Malbata Îlhan, ji bo wî pêşwazî bike ji Silopiyaya Şirnexê hat Wanê. Rêveberên Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛHAY-DER) li gel malbatê Îlhan pêşwazî kirin.   Îlhan li ber girtîgehê bi çepikan û tilîliyan hat pêşwazîkirin. Îlhan piştî kesên ew pêşwazî kirin silav kir, tevî malbata xwe ber bi Silopiyayê ve bi rê ket.   Îlhan, di sala 1994'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat pêşwazîkirin. Îlhan piştî îşkenceyeke giran a di binçavan de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" hat girtin û cezayê muebedê lê hat birin.