Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye 2024-05-18 14:25:28 WAN – Egîtîm Sen a Wanê 1’emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ya li dar dixe da destpêkirin. Zimanzan Samî Tan wiha axivî: “Kuştina zimanekî komkujî ye. Asîmîlasyona ziman ne sûcê mirovahiyê ye, sûcê li dijî mirovahiyê ye.”   Bi pêşengiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê û bi hevkariya Weqfa Mezopotamyayê û Komîsyona Ziman a Baroya Wanê li ser “Polîtîka, plansazî, perwerde û statûya hiqûqî” 1’emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî hat lidarxistin. Sempozyûma ku dê du rojan derdewam bike îro li Baroya Wanê dest pê kir. Ji parçeyê Kurdistanê nivîskar, lêkolîner, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevşaredarên navçeyan û gelek kes tev li sempozyûmê bûn.     Piştî axaftina destpêkê bi navê Polîtîka û Ziman rûniştinek hat lidarxistin. Di sempozyûmê de Mazlûm Kanîwa wek moderator, lêkolîner Dr. Nadire Guntaş Aldatmaz, ziman Samî Tan û akademîsyen Dr Mikaîl Bulbul jî wek axiver cih girtin.    TÊKOŞÎNA ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ    Destpêkê rêveberê Egîtîm Sen a Şaxa Wanê Lokman Babat axivî û ewilî bal kişand ser Doza Kobanê ku cezayê giran li siyasetmedaran hatine birîn û biryarê şermezar kir. Lokman, diyar kir ku di salên 90’î de gelê kurd têkoşîna zimanê xwe dida û wiha domand: “Di sedsala 21’ê de em ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em têkoşîna xwe didomînin. Zimanê kurdî mafê Gelê Kurd e. Divê em xwedî zimanê xwe derbikevin.”      ‘DIVÊ SAZÎ XWEDÎ PERSPEKTÎFÊN BERFIREH BIN’   Ji Lijneya Amadekar Salîh Hêzil jî da zanîn ku ew hewl didin ku bi perspektîfek berfireh vê bernameyê dewlemend bikin û ev tişt anî ziman: “Ev hêviyê dide me ji bo xebatên pêşerojê. Zimanê kurdî bi tenê di rojên diyar te tê rojevê. Lê ji bilî girîngiya vê divê her tim bê axaftin. Ji ber ku ziman pêşeroja me ye. Berpirsyar li ser milên hemû kesî ye. Divê hemû sazî bi perspektîfek berfireh tevbigerin. Ev bername ji bo pêşerojê jî nîmûneyek e.”   ‘EM ZIMAN JI BÎR BIKIN DÊ BÊN JIBÎRIRIN’   Nivîskar Îbrahîm Sungur jî diyar kir ku civakek bi zimanê xwe neaxive nikare xwebûna xwe pêk bîne be û wiha axivî: “Divê em girîngiya zimanê xwe û zimanan bizanibin. Arîsto di pirtûka xwe ya mantiqê de dibêje ‘mirov zindiyên axivir e.’ Ev taybetî cur bi cur her qewmek bi zimanê xwe biaxive. Kesê ku bi zimanê xwe nizanibe, zimanê hemberê xwe jî nizanibe. Divê civak xwedî zimanê xwe derbikeve. Zimanê dayikê bibe zimanê siyasetê. Dema ku me ziman ji bîr kir, em ê jî bên ji bîr kirin û tune kirin. Em hêviya xwe ji têkeoşîna xwe nebirin. Em ê bi gav bi gav bi ser kevin.”   ‘ÇARENÛSA ZIMAN DI DESTÊN ME DE YE’   Piştî axaftinan rûniştina yekem a sempozyûmê, bi lêkolîner Nadîre Guntaş Aldatmaz, zimanzan Samî Tan û Akademîsyen Mîkaîl Bulbul ve dom kir. Destpêkê de Samî Tan li ser “Xebatên vejandina zimanî û rewşa zimanê kurdî” axivî û wiha got: “Tune kirina ziman di encama polîtîkayên qirkirina zimanî ye. Rewşa nemana ziman û axiveran ji ber polîtîkayên qirkirinê ye. Ji bo ku hêzê xwe bi dest bixin ne bi tenê bajaran bi dest bixin, di heman demê de zimanê wê gelê jî tê tunekirin. Çarenûsa qedera zimanê me di destên me de ye.”   'TIŞTA TÊ SERÊ ZIMAN, TÊ SERÊ WELAT JÎ'   Mîkaîl Bulbul jî li ser “Xebatên standardîzasyona kurdiya kurmancî” axivî destnîşan kir ku rewşa kurdî û rewşa welat heman tişt e. Mîkaîl, wiha dom kir: “Weke Kamûran Bedirxan gotiye; ‘çi were serê ziman tê serê welatan jî.’ Rewşa zimanê me ku standardîzasyon bûye bi rewşa welatê me ve girêdayî ye. Têgeha standardîzasyonê binêrin. Netewe xwe tişteke çêkiriye. Piştî şoreşa fransayê netewe dewlet ava bûne. Bi vê yekê re nasnakemeyek çêkirina kolektîf dest pê kir. Ev nasname li gor modernê hatiye çêkirin.”   'PÊDIVÎ BI STANDARTKIRINÊ HEYE'   Herî dawî lêkoler Nadîre Guntaş Aldatmaz jî bi kirmanckî li ser “Xebatên derbarê standartiya kirmanckî” axivî û wê jî ev tiştan anî ziman: “Ji bilî kurmancî, kurmancî jî pêdivî bi standardîzekirinê heye. Di hemû zimanan de pirsgirêka standardîzasyonê heye. Îmkan û rewşa ziman çi dibe bila bibe, ew ziman çiqasî standardîze dibe. Dibistan û perwerde ji bo standardkirina zimanekî girîng in. Lê mixabin zazakî nikare ji van hemû derfetan sûd werbigire. Di van şert û mercan de li Tirkiyeyê şensê Zazakî nîne ku xwe bide jiyîn. Di dibistan û zanîngehên bi zimanê perwerdehiya Tirkiyeyê de jî ev rewş heye. Helbet ji bo standardîzasyona zimanekî kanalên televizyonê pir girîng in, lê mixabin di vê mijarê de zazakî hema bêje tune ye.”   Sempozyûm wê du rojan bi nîqaş û rûniştinên cuda berdewam bike.