Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye 2024-05-18 15:09:52 ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Şehmûz Îlhan ku 30 salan girtî ma, ji girtîgehê derket û hate bajarê xwe Şirnexê.  Şehmuz Îlhan ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin û 30 sal in girtî bû, duh hate tehliyekirin. Îlhan di sala 1994'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat binçavkirin û di binçavan de rastî îşkenceya giran hat. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebetê li Şehmûz birî. Îlhan yek ji girtiyên nexweş bû û piştî 30 salan duh hate berdan. Îlhan, îro jî hate bajarê xwe Şirnexê. Îlhan, li Tesîsa Nerdûşê ya navçeya Silopiyayê ji hêla Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, TUHAD-DER û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate pêşwazîkirin.    Piştî pêşwazîkirinê Îlhan û girse bi hev re derbasî mala malbata Îlhan a li navçeyê bû.