Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin 2024-05-18 15:49:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Di lehiyên li Efxanistanê de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Ji ber barîna baranên zêde ya li Efxanistana navîn, lehî rabûn. Hat ragihandin ku di lehiyan de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dane. Serokê Departmana Enformasyonê ya Vîlayeta Ghora Navendî Mawlawi Abdul Hai Zaem da zanîn ku têkildarî hejmara birîndaran tu agahî li ber destê wan nînin.