Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir 2024-05-18 16:36:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanê Şaredarê Berwariyê yê AKP’î Teyyar Ozcan ê bi navê S.B., da zanîn ku ji ber sûcê bazirganiya tiryakê 5 salan girtî ma ye lê ev bazirganî ne wî, Ozcan kiriye.  Teyyar Ozcan ê AKP’î di 2014’an de bû Şaredarê Berwariyê ya Sêrtê. Ozcan, careke din bi nûçeyên bêusûliyan di rojevê de ye. Parêzvanê Ozcan ê bi navê S.B. ku bi salan parêzvaniya wî kir, dîmenên maseya eraqê ku Ozcan û gelek kes li wir bûn, parve kir. Piştî dîmen li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin, Ozcan li dozgeriyê giliyê S.B. kir. Îfadeyên S.B. yên li dijî serlêdana sûc balkêş in.    Li gorî nûçeya HalkTV'yê; S.B. diyar kir ku ji ber bazirganiya tiryakê 5 salan girtî ma ye lê çalakiya weke sûc hatiye hesibandin li ser navê Ozcan kiriye û bi salan bêdeng maye. S.B., got ku Ozcan beriya bibe şaredar pir xizan bû lê piştî di 2014’an de bû şaredar, di nava 10 salan de tevahiya xizmên xwe xist saziyên dewletê û ev kes bûn rêveber. S.B., destnîşan kir ku heta xizmên nenêz ên Ozcan jî para xwe ji îhaleyan girtine.   'BERWARÎ DA XIZMÊN XWE’   Bi domdarî S.B. da zanîn ku gelek apartman, dikan û stasyonên benzînê yên li Berwariyê Ozcan li ser navên xizmên xwe yên dûr ve qeyd kiriye û li wesayîtên cemaweriyê ferz kiriye ku sotemeniyê ji van îstasyonên benzînê bistînin.   Her wiha di hilbijartinên 31’ê adarê de di navbera malbatên Ozcan û Bîlen de şer derketibû û ji malbata Bîlen kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî cînayetê jî birayên Ozcan ên bi navên Lokman û Îsmaîl Ozcan û pismamê wî Mumammet Ozcan hatibûn girtin.