Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin 2024-05-18 17:14:19 NAVENDA NÜÇEYAN -Di çalakiyên girseyî yên li Amed, Stenbol û Edeneyê de cezarkirina siyasetmedaran di Doza Kûmpasê ya Kobanê de, hatin protestokirin. Cezakirina siyasetmedarên di Doza Kobanê de dihatin darizandin li Amedê li Qada Şêx Seîdê bi dirûşmeya "Ji bo her kesî azadî ji bo her kesî demokrasî" hat şermezarkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, parlementerên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Sînan Çîftyurek û hevşaredarên şaredariyên herêmê û gelek nûnerên rêxistinên siyasî û welatî tevlî hevdîtina gel bûn.    Hevserokên Giştî û yên bi wan re heya ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê meşiyan. Paşê girse dirûşmeya "Bijî berxwedana Kobanê" berz kir.    'BIRYAREKE SIYASÎ YE'   Di hevdîtinê de Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîzê got: "Em biryara di Doza Kobanê de hatiye dayîn nas nakin. Ev ceza, ne hiqûqî ye, siyasî ye."   Paşê Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş axivî. Baş jî got: "Kurd wê çokê daneynin, wê serî netewînin."    Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî li kiryarên Kurdên ku di dema protetoyên Kobanê de hatin qetilkirin pirsî û got: "Ev biryar ne hiqûqî ye."    Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan Beycan Taşkiranê jî got: "Teslîmbûyîn li me nayê. Em ê tevî gelên Tirkiyeyê, tevî şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyê azadiyê berpêşî gelan bikin. Em ê bi ser bikevin."    'QESRÊ WINDA KIR'   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçarê jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku di serî de Doza KObanê û bi giştî jî ew ê xwedî li hemû dozên şoreşgeran derkevin û got: "Qesrê winda kir, mehkûmî windakirinê ye. Gelê kurd û şoreşger, ji parêzbendiya dewletê mezintir xwedşî parêzbendiyekê ne. Ew jî berxwedan û têkoşîn e."    Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.   STENBOL   Li Qada Esenyûrt a Stenbolê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevberdevka HDK'ê Esengül Demîr, Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturl û Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyit Aslan hevdîtina "Azadî û edaletê" pêk hat.   Di civînê de ku gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlî bûn, gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Kobanê neket û nakeve", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor", "Bijî berxwedana zindana", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" hatin berzkirin.   EDENE   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedarên Kurd hatine birîn şermezar dike. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir tevlî çalakiya protestoyê ya li pêşiya avahiyê Taxa Barbarosa navçeya Seyhanê bûn.