Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin 2024-05-18 21:20:36 STENBOL - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku di hevdîtina gel de ya li Esenyûrtê axivî, got: "Em ê ji bê tifaqa JÎTEM'ê ya ku me didarizîne xelas bibin. Em dîmena li vir, li çar aliyên Tirkiyeyê, li tevahiya Kurdistanê nîşan bidin."  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî biryara di Doza Kobanê de hat dayin, bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Hevberdevka HDK'ê Esengül Demîr, Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturl û Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyit Aslan hevdîtina "Azadî û edaletê" li dar xist.    Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de tim dirûşmeya “Bijî berxwedana Kobanê” hat berzkirin.    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku di hevdîtinê de axivî, destnîşan kir ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de gelê kurd derseke mezin daye feraseta ku wan red dike û bi vê boneyê malavayiya gel kir.    Bakirhan destnîşan kir ku li Kobanê li dijî DAIŞ'ê bi pêşengiya jin, kedkar û şoreşgeran şoreşeke mezin pêk hatiye û got: "Ji ber ku kurd, tirk, ereb, elewî, sunnî li Kobanê, li ser axa xwe li dijî zilma DAIŞ'ê axa xwe parastin tên darizandin. Bawer bikin ne SelahattîN Demîrtaş ne jî Fîgen Yuksekdag wê demeke dirêj li wir nemînin. Em ê bi hev re Tirkiyeyeke ku hemû girtiyên siyasî azad bibin bibînin."     Bakirhan bilêv kir ku yên di Doza Kobanê de winda kirine tifaqa AKP-MHP'ê ye û got: "Em ê ji bê tifaqa JÎTEM'ê ya ku me didarizîne xelas bibin. Em dîmena li vir, li çar aliyên Tirkiyeyê, li tevahiya Kurdistanê nîşan bidin."    Hevdîtin bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.