Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye 2024-05-18 22:50:22 EDENE - Li navçeya Seyhan a Edeneyê li dijî cezayê di doza Kobanê de hatiye dayîn ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) hevdîtina gel pêk hat. Hevseroka GiştÎ ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di hevdîtinê de wiha got: “Roja ceza dan me darbekar efû kirin. Em xemgînin lê hêrsa me jî pir mezine. Têkoşîna me hîn bêtir xurt bûye.”  Li taxa Barbaros a navçeya Seyhan a Edeneyê li dijî cezayê di doza Kobanê de hatiye dayîn ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi dirûşmeya ‘ji bo her kesî azadî ji bo her kesî demokrasî’ hevdîtina gel pêk anî. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM partiyê Perîhan Koca û Alî Bozan, Seroka Giştî ya Malên Gel Neviye Mertturk, Parlamenterê Stenbolê Îskender Bayhan  û endamên CHP, TOP, TÎP, SYKP piştgirî dan çalakiyê.   Bi sedan welatî pankarta ‘Kobanê rumeta me ye’ vekirin û dirûşmeya ‘bijî serok Apo’, ‘girtiyên siyasî rumeta me ne’, ‘Kobanê neket wê nekeve’ berz kirin û ji kolana Çarşamba heta  nûneriya DEM Partî ya taxa Barbaros meşiyan.   'EM VÊ DARAZÊ NAS NAKIN'   Tulay Hatîmogullari piştî meşê axivî û got: “Em di pêvajoye ku hewcedarî herî zÊde bi piştevaniyê heye de derbas dibin. Em ê têkoşîna demokratîk mezin bikin.bi doza kumpasê ya Kobanê armanca tunekirina piştevaniyê kirine. Lê biryara hatiye dayîn hukma wê tuneye.  Biryara Kobanê ji bo DAIŞ’ê wek diyariye. Em çawa DAIŞ’ê nas nakin em vê biryara darazê jî nas nakin. Me hemû hêzên demokrasiyê bi Kobanê re piştevaniya xwe nîşan da. Berxwedana Kobanê berxwedana mirovahiyê ya mezin a rumetê bû.Ev cezayên hatine dayîn ligel me tu hûkma wê tuneye. Yên dibêjin qey wê ev ceza wan têk bibin, bila bizanin, belê em xemgînin lê hêrsa me pir mezine. Têkoşîna me hîn bêtir xurt bûye. Roja ku ceza dan me darbekar jî efû kirin. Çalakiyên me bi vê ne sînorin. Me bi hêzên demokraisyê re kampanya azadî û edeletê daye destpêkirin.”   Hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Keskîn Bayindir jî axivî û da zanîn ku wê gelê kurd çawa DAIŞ têk biriye wê hezkiriyên wê jî têk bibe.    Parlamenera Mersînê Perîhan Koca jî daxuyakirin ku doza Kobanê hukma wê tuneye û wê faşîzmê têk bibin, Kobanê neket û wê ew bikevin. Piştî axaftinan bername bidawî bû.