Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn 2024-05-19 19:11:15 STENBOL - SMF û Partîzan şoreşger Îbrahîm Kaypakkayê yê bi îşkenceyê hatiye kuştin di 51’emîn salvebera mirina wî de bi panala “Şerên mêtinger û sekna şoreşger” bi bîr anî.     Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) û Partîzan şoreşgerê komînîst Îbrahîm Kaypakkaya yê di 18’ê Gulana 1973’an de bi îşkenceyên giran hatiye qetilkirin, di 51’emîn salvegera mirina wî de li Navenda Çandê ya Feyman a li Kadikoyê bi panela “Şerên mêtinger û sekna şoreşger” bi bîr anî. Nivîskar Volkan Yaraşir, rojnameger, nivîskar Îbrahîm Varli û gelek kes tev li panelê bûn.    Panel bi deqeyekî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiye de jiyana xwe ji dest pê kir. Volkan Yaraşir wek online tev li panelê bû.     ‘ŞOREŞGER ŞOREŞÊ DIKIN’    Yaraşir bal kişand ser krîzên li Rojhilata Navîn û da zanîn ku ev krîz û şer “şerê parvekirinê” ne. Yaraşir da zanîn ku ew bi şerekî mêtinger re rû bi rû ne û wiha got: “Di vê demê de divê em hem wek bîrdozî hem jî wek têgîn nûbûnê pêk bînin. Dirûşma min ev e, ‘Divê şoreşger şoreşê bikin’.     ‘PIR ZELAL TÊ ZANÎN KU KEMALÎZM FAŞÎZM E’   Piştre nûnera Partîzanê Elîf Kaya bi bîranîna Kaypakkaya dest bi axaftina xwe kir. Kaya axaftinên Kaypakkaya yên ser mêtingeriyê bi bîr xist û ev tişt gotin: “Kaypakkaya derbarê mêtingeriyê tehlîlên berfireh dike taybetî jî bi ser Tirkiyeyê. Bi vî awayî dibêje ku desthilata kemalîst hêviyê dide bûrjûvaziyê nade gel. Ji ber vê yeke destnîşan dike ku yên ku bi kemalîzmê re tifaqê dikin bi faşîzmê re tifaqê dikin. Ez bawer im ev vegotina herî zelal e.”    Rojnameger Îbrahîm Varli jî diyar kir hemû şerên tên kirin bi hev re girêdayî ne û wiha got: “Şerê li Filîstîn, Ukrayna û pasîfîkê tên dîtin gavên pêş in. Gelek welat xwedî çekên kîmyewî ne û ev berî 100 salan tune bûn. Şert û merc wekî sed sal berê ne. Şer ji bo carekî din bazara navnteweyî were balavkirin e. Çîn jî Rûsya jî ji DYA’yê cudatir nîn in. Şert û mercên zehmettir li benda me ne.”   ‘BÎRANÎN DÊ BI GUHERîNA PERGALÊ PÊKAN BE’   Nûnerê SMF’ê Erdal Ateş jî got ku bîranîna rêberên şoreşger dê bi guherîna pergala heyî pêkan be û wiha axivî: “Mêtinger hilberînan bi herî erzanî ji vê civakê distînin û wisa pergala xwe didomînin. Piştre van hemûyan difiroşin mirovên xizan. Ji ber vê yekê şerên mêtinger derdikevin.”    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.