Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin 2024-05-19 19:33:09 DÊRSIM - DEM Partî û Tifaqa Dêrsimê li bajarokê Periyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de mal bi mal digerin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tifaqa Dêrsimê li bajarokê Periyê ji bo hilbijartina ku dê di 2’yê hezîranê de nû bibin, xebatên xwe didomînin. Namzetên Şaredariya Periyê Naciye Aslan û Orhan Çelebî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) DEM Partî û rêveberên partiye li tax û gundan mal bi mal geriyan û derbarê projeyên xwe de bi gel re axivîn. Şendeya pirsgirêkên welatiyan guhdar kirine soza çareserkirina pirsgirêkan dane gel.     Di serdanan de welatî gelek caran bertek nîşanî cezayên li siyasetmedarên di Doza Kobanê de hatine birîn dan.    Hevserok Orhan Çelebî û Naciye Aslan destnîşan kirin ku ew ê pirsgirêkên navçeyê çareser bikin û dê şaredariya ku qeyûm lê hatiye tayînkirin carekî din bi îradeya gel bistînin.