’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’ 2024-05-19 19:50:37 ÇEWLIG - Di çalakiya li Çewligê hatiye lidarxistin de têkildarî cezayên di Doza Kobanê de hatine dayîn, peyama xurtkirina têkoşînê hate dayîn.    Rêxistian DEM Partiyê ya Çewligê têkildarî cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hatine birîn, li pêşiya axahiyê partiye daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Kobanê rûmeta me ye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Çewligê Hasan Soysal destnîşan kir ku ew ê biryara daraza desthilata AKP û MHP’ê nas nekin û diyar kir ku ew ê bi têkoşînê bi ser bikevin. Soysal got ew ê bi siyasetmedarên hatine girtin re ji bo demokrasiya Tirkiyeyê têbikoşin û wiha axivî: “Yên ku vê biryarê dane bila baş bizanibin ku, ji bo gelên me ew roj gelek dûr nîn in. Em soz didin ku dê ji bo wan rojan têkoşînekî bi biryartir bidin.”     ‘EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN’   Soysal diyar kir ku biryara hatiye dayîn dijminê gel, jin û mirovahiyê. Di berdewama axaftina xwe de Soysal da zanîn ku bi biryara hatiye alîgiriya DAIŞ’ê ye û got: “Li hundir jî li derve jî dê têkoşîna me dom bike û em ê ji bo tevahiya gelen bi hev re bi ser bikevin.”