Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek 2024-05-19 21:00:51   WAN - Di 1’emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî de derbarê xebatên zimanê kurdî nîqaş hatin kirin û di beşa dawî de banga yekitiyê hate kirin. Di roja duyemîn a “Sempozyûma 1’emîn a Zimanê Kurdî” de ku Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Wanê li dar dixe, mijara “Çavkaniyên zimanê kurdî, müfredat û meteryal” hatin nîqaşkirin. Moderatoriyê vê beşe Mehmet Sena Sonmez kir û ji akademîsyenê Zanîngeha Artûklûyê ya MêrdÎnê Dr Şehmuş Kurt, lêkolînerê Weqfa Mezopotamyayê Dr. Ûbeydullah Pîlatîn û lêkolîner Cemîl Guneş, Endama Komeleya Ronahiyê Andro Çildergûşî wek axiver cih girtin. ‘KÜRTLER KENDİ MÜFREDATINI OLUŞTURMALI’ Dr. Ûbeydullah Pîlatîn bal kişand ser mufredata perwerdeyê yên dewletên cîhanê û wiha got: “Li Japonyayê ji pola yekê heye dawiya zanîngehê bi zimanê zikmakî perwerde tê dayîn. Hemû welat mufredatê ji hev digirin lê belê zimanê xwe diparêzin. Îro li Kurdistan û Rojavayê perwerde û mufredatek heye. Lê mufredata bakurê Kurdistanê nîn e ji bo hebe îradeyekî mezin heye em dizanin. Em pê bawer in ku em ê di demekî nêz de vê yekê pêk bînin ‘DIVÊ ÇAVKANIYÊN KURDÎ YÊN DÎJÎTAL WERIN ZÊDEKIRIN’ Akademîsyenê Dr. Şehmûş Kûrt jî diyar kir ku çavkaniyên bi kurdî kêm in û anî ziman ku divê çavkanî werin zêdekirin. Kurt bi bîr xist ku kurd bi rêxistinbûna siyasî xwe rêxistin kirine û wiha got: “Kurd bi vê yekê bi girîngiya zimanê xwe hesiyane. Di sala 1990’an de MKM Û Enstîtuya Kurdî li Stenbolê di salên 2000’î de jî TZP û Dibastana Azad hatine vekirin. Gelek çavkanî ji van saziyan çap bûn. Bi pêşketian weşangeriya kurdî kovar û rojname jî her ku diçe zêdetir bûne.” ‘HERKES ÇI JI DEST TÊ DIVÊ JI BO KURDÎ BIKE’ Lêkolînerê Weqfa Mezopotamyayê Cemîl Guneş anî ziman ku divê hemû kurd ji bo kurdî azad bibe têbikoşin û wiha got: “Li gerî pergala heyî ya li cîhanê divê her kesek bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne. Lê belê dema mijar dibe kurd û neteweyên bindest ev made nayê axaftin. Êdî divê kurd ji bo di zimanê xwe de perwerdeyê bibinin daxwazên xwe bêhtir bînin ziman.” ‘ÊDÎ DIVÊ KURD BIBIN YEK’ Herî dawî endama Komeleya Ronahiyê Andro Çildergûşî qala rewşa kurdên li Kafkasyayê kir û wiha got: “Divê kurdên li Kafkasyayê bi kurdên li başûr re di têkiliyê de bin. Em di sala 1918’an de ji Serhedê sirgûnî Ermenîstanê bûn. Piştî yekitiya Sovyetê em hilweşiya em 40 hezar kurd sirgûnî Gurcistanê bûn. Ji bo zimanê xwe biparêzin me di sala 1970’yan komeleyek ava kir. Gurcîstan salên borî mamosteyên kurdî tayînî dibistanên kurd tê de bûn kir. Em ê bi kurdên li Kurdistanê dijîn re bêhtir di têkiliyê de bin. Êdî divê kurd bibin yek.” Sempozyum bi dayîna diyariyên axiveran, bi dawî bû.