DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike 2024-05-19 21:14:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê sibê serdana Selahattîn Demîrtaş ê di Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin bikin.    Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan dê sibê sibê serdana Selahattîn Demîrtaş ê di Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê de tê ragirtin û di Doza Kobanê de 42 sal ceza lê hatiye birîn, bikin.    Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê dê piştî serdanê dê bi tev li bûna Hevserokên Giştî, rêxistina DEM  Partiyê ya Tekîrdagê û Hêzên Ked û Demokrasiyê, li pêşiya Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê daxuyanî bê dayîn.