Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin 2024-05-19 22:08:15   STENBOL - Li Kadikoyê 4 ciwanên bi lêdanê hatine binçavkirin bi hinceta “berxwedana li dijî polîsan” hatin girtin. Rêxistinên Ciwanan bi boneya rêberên şereşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bi bîr bînin duh şev li pêşiya Operaya Sureyyayê çalaki li dar xistin. Di çalakiyê de 20 kes hatinbûn binçavkirin.   Ji 20 ciwanan 16’ê wan ji Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Fatîhê hatin berdan, 4 ciwanên din jî sewqî Edliyeya Anatoliyayê ya li Kartalê kirin. Ciwanên bi kelemçeyên bi pişt ve hatine sekinandin û kirariyên wan yên îfadeyê hatine temamkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 4 ciwan bi hinceta “berxwedana li dijî polîsan”hatin girtin. Yek ji ciwanan şandin Girtîgeha Jinan Bakirkoyê yên din jî şandin Girtîgeha Maltepeyê.