Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir 2024-05-20 07:36:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên îranî ragihandin ku Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan di qezaya helîkopterê de mirine.    Helîkoptera ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî tê de bû, ji ber şert û mercên zehmet ên hewayî şevê din li herêma çiyayî ya eyaleta Azerbaycana Rojhilat qeza kir. Helîkoptera ku Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan jî tê de bû hate dîtin. Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku helîkoptera Reîsî û şandeya pê re tê de bû hatiye dîtin. Televîzyona Dewletê ya Îranê gotin ku di helîkoptera hatiye dîtin de tu şopên jiyanê tune ne. Medyaya dewletê ya Îranê jî ragihand ku li cihê helîkopterê tu nîşaneyên jiyanê tune ne. Rayedarên îranî jî ragihandin ku di Reîsî û Abdullahiyan di qezayê de mirine.    Li gorî nûçeya IRNA'yê; Melayê Xutbeyê yê Tebrîzê û Hiqûqnasê Îslamê El Haşîm û Waliyê Azerbaycana Rojhilat Dr. Melîk Rahmetî jî di qezayê de mirine.