‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’ 2024-05-20 09:03:51 STENBOL - Serokê Komeleya Motokuryeyên Kedkar Mehmet Tîmûrtaş destnîşan kir ku hêj jî motokuryetî wek pîşeyekî xwedî pênase nîn e û xwest motokuryetî wek “karên bi talukeya mezin” were naskirin.    Nîqaşên motokuryeyên ku sîparîşên bi ser înternetê tên dayîn belavî malan ên ‘gelo motokuryetî kar e yan na’ berdewam dikin. Her roj gelek qezayên trafîkê yên bimirin ên motokuryeyan dikevin rojevê. Di nava 2 salên dawî de li Stenbolê bi ser 70 motokurye jiyana xwe ji dest dan. Şert û mercên motokuryeyan hem giran in hem jî bitaluke ne. Ji bo sedema qezayan jî trafîka giran, xebata zêde û kêmaniyan alavên parastinê tên nişandan.     ‘EM NE TENÊ DANE NE’   Li navçeya Beyoglû ya Stenbolê di demekî nêz de Komeleya Kuryeyên Kedkar bi armanca bal bikêşin ser pirsgirêkên motokuryeyan û çareserkirina van pirsgirêkan ava bû. Serokê komeleyê Mehmet Tîmûrtaş anî ziman ku di sala 2023’an de 70 motokurye jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Gelek hevalên me bi navê kuryeyên esnaf, fatureyê dibirin û dema qezayê de jiyana xwe ji dest didin ne wekî cinayata kar, wek qeza tên dîtin û derbaskirin. Em ne tenê dane ne, em mirov in, dayik in bav in. Em vê rewşê qebûl nakin.    ‘HÊJ JÎ PÊNASEYA PÎŞEYA ME NÎN E’   Tîmûrtaş xwest ku karê motokuryeyan bila wek “karê talukeya wê mezin” bên qebûlkirin û wiha got: “Hêj pênaseya pîşeya me nîn e. Em êdî naxwazin motokurye bimirin. Pirsgirêkên teminat, ekipman û cilên motokuryeyan hene. Baca van alavan pir biha ye. Ev cil bi girîng in û kurye nikarin bistînin.”     ‘DESTHILAT QEDIR NADE MOTOKURYEYAN    Tîmûrtaş destnîşan kir ku desthilat girîngiyê nade motokuryeyên kedkar û motokurye Yûnûs Emre Goçer ê di sala 2023’yan de bi qezaya bi wesayîta kurê Serokkomarê Somaliyê Hassan Shakh Mohamud hatiye qetilkirin bi bîr xist û wiha got: “Kesê li hevalê me xistiye berdin girtinê, nexistin nezaretxaneyê jî. Qedrê didin motokuryeyan evqas e. Ma ji bo ev kes were girtin divê çi bûya, ma divê kurê parlamenterekî bûya.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ   Tîmûrtaş bang li hemû kuryeyan kir ku bibin endamên komeleya wan û wiha pê de çû: “Em bibin yek em ê bi hêz bin. Heke em bi hev re tevbigerin, em ê van pirsgirêkan çareser bikin.