‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’ 2024-05-20 09:10:12 STENBOL - Hevserokê Şaxa SES’a Şîşliyê Bilal Denîz destnîşan kir ku sedema têkçûna pergala tenduristiyê rêveberiya nexweşxaneyê ya tayînkirî ye û wiha got: “Divê xebatkarên tenduristiyê bibin endamên sendîkayên rast û dengên xwe derbixin.”    Polîtîkayên tenduristiyê yên desthilata AKP’ê her roj pirsgirêkên di pergala tenduristiyê de kurtir dikin. Praniya gel nikare xwe bigihîne tenduristiyê, tundiya li dijî kedkarên tenduristiyê zêde dibe û tevî derbasî “pergala randewuya erêkirî” bûn jî krîza randewuyan a nexweşxaneyan bi dawî nebûn.    Welatiyên ji ber kêmbûna bijîşk û polîtîkayên tenduristiyê nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê, bi xebatkarên tenduristiyê re tên hemberî hev. Li gorî daneyên anketa Yekitiye Bijîşkan a Tirk (TTB) û Odeyên Bijîşkan, di sala 2023’yan de ji 10 bijîşkan 9’ê wan di jiyaan xwe de carekî rastî tundiya nexweş an jî xizmên nexweşan hatine, ji 10 bijîşkan 6’ê wan di nava salekê de ji nexweş an jî ji xizmên nexweşan tundiya fîzîkî dîtine. Li gorî daneyên Komeleya Pêşîlêgirtina Tundî û Rehabîlîtasyonê  di sala 2023’yan de di qada tenduristiyê de herî kêm 457 bûyerên tundiyê hatine qeydkirin.    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Şîşliyê Bilal Denîz têkildarî mijarê axivî.    TEVDÎRÊN NEXWEŞXANEYAN KÊM IN   Denîz destnîşan kir ku di demên dawî de ji ber bertekên xebatkarên tenduristiyê cîhazên X-reyê xistin têketina nexweşxaneyan û da zanîn ku ev yek jî bi tena sere xwe têr nake. Denîz ser mijara kêmkirina dema muayeneyê sekinî û ev tişt gotin: “Dema muayeneyê kirin 2 deqe. Ji ber hejmara bijîşk û hemşîreyan kêm in nexweş nikarin randewuyan peyda bikin. Dem kin e û ev yek jî rê li ber muayeneyi baş digire. Mînak heke nexweşekî çerm were divê jê perçe were girtin û lêkolînkirin. Bêyî lêkolîn derman nayê nivîsîn. Divê nexweş cardin were nexweşxaneyê. Dema bijîşk jî têr eleqedar nebe nexweş dest bi tundiyê dike.”   KARÊ ESASÎ DIKEVE SER SENDÎKAYAN    Denîz di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku taybetî jî nexweşxaneyên dewletê hem di hêla paqijiyê de hem jî di hêla bihabûnê de pirsgirêk  in û wiha dirêjî da axafttina xwe: “Kesên teminata wan tune ne neçar in ku di Nexweşxaneyên dewletê de 250 lîre heqê muayeneyê bidin. Mafê her welatiyî heye ku bêyî pere bide xwe bigihîne xizmetên tenduristiyê. Em rast nabînin ku bi ser nexweşxaneyan pere were qezenckirin. Ev yek sendîkayan eleqedar dike. Heya ku bertek neyê nişandan desthilat tiştekî naguherîne. Divê xebatkarên tenduristiyê bibin endamên sendîkayên rast û dengê xwe derxînin.”