Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin 2024-05-20 09:22:18 ÎZMÎR - Di rojên dawî de li dijî kurdan û muxalîfan operasyonên binçavkirinê zêde bûn. Di 1’ê Gulanê de herî kêm 372 kes hatin binçavkirin, 108 kes hatin girtin û 2 kes jî bi cezayê hefsa malê hatin cezakirin. Ji bo binçavkirinan jî protestoyên li dijî xexpkirina îradeyê ya li Wanê û pîrozbahiyên 1’ê Gulanê wek hincet hatin nîşandan.    Tifaka Cumhûrê di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê de rastî têkçûnekî mezin hat û di demên dawî de dest bi peyamên “nermbûnê” kir. Desthilatê li aliyê din li dijî kurdan û muxalîfan dest bi operasyonên binçavkirin û girtinan kir. Di 1’ê Gulanê de 372 kes hatin binçavkirin û ji van 108 kes hatin girtin. Ji kesên hatine girtin 49’ê wan yên di 1’ê Gulanê de têketina wan a Qada Taksîmê hatibûn astengkirin, 37’ê Wan jî yên li dijî xespkirina îradeya li Wanê tev li çalakiyan bûbûn in.       Serdagirtinên malan ên ewil dijî kedkar, partiyên çepgir-sosyalîst û saziyan hate lidarxistin. Tevî yên di 1’ê Gulanê de li qada çalakiyê hatine binçavkirin, 65 kes jî di serdagirtinên malan de hatin binçavkirin. Ji 65 kesan 38’ê wan bi îdiayên “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan”, “propagandaya rêxistinê”, “berxwedana li dijî peywirdarê camaweriyê” hatin girtin, yên din jî hatin berdan. Binçavkirinên li Stenbolê yên piştre hatine kirin jî li dijî partî û saziyên sosyalist pêk hatin.    Di serdagirtinên di 5’ê gulanê hatine kirin de 12 hatin binçavkirin û ji wan 11 kes hatin girtin. Bi vî awayî hejmara binçavkiriyan derket 49’an. Li gel îtîrazên piştre hatine kirin 2 kes hatin berdan.    LI WAN Û ÎZMÎRÊ 37 KES GIRTIN   Piştî Stenbolê vê carê cihê operasyonan bû Wan. Piştî ku di 31’ê Adarê de mafên bidestxistî yên Abdullah Zeydan jê hatin girtin, çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Di 8’ê gulanê de li Colermêrg û Wanê 9 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin 7’ê wan bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandaya rêxistinê” û “Zirar dayîna malê cemaweriyê” hatin girtin, li 2 kesên din re jî cezayê hefsa malê hate birîn. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê daye destpêkirin de di 13’ê gulanê de 55 kes di serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Ji 55 kesan 21’ê wan bi îdiayên “Berxwedana li dijî polîsan”, “Endamtiya rêxistinê” û “Zirar dayîna malê cemaweriyê” hatin girtin, 34 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Dîsa bi heman hincetê di 15’ê gulanê de li Îzmîrê 16 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin 9’ê wan hatin girtin 7 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.     BINÇAVKIRINÊN  DIN   Serdagirtinên malan di destpêka rojên ewil ên meha gulanê destpêkirin. Di 2’yê gulanê de li Bûrsayê 20 kes, li Mêrdînê 2 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin Nesîbe Akan, Mahmût Yildirim, Ozgur Zîrek û Nûrûllah Dûrmaz bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin û kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Li Îzmîrê şeva 2’yê gulanê di serdagirtina malê derhênerê dîmenê, sinemager û çêkerê belgefîlman Koray Kesîk hat binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hate berdan. Disa di 3’ê gulanê de li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin û piştre hatin berdan, Yoldaş Aba û Sedat Aba yên di 29’ê nîsanê de hatibûn binçavkirin bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.      Di 30’ê nîsanê de li Şirnex û Edeneyê di serdegirtinên mala de 26 kes, hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan E.G. û E.Y. bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Beyî destûr madeyên bi talûke bi ser xwe girtinê” hatin girtin. Kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    ROJNAMEGER HATIN BINÇAVKIRIN   Li Amedê di 6’ê gulanê de rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Ûsê, endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sema Koç jî di nav de 8 kes bi îdiayên “Endamtiya rêxistnê” û “Muxalefeta qanûna astengkirina fînansekirina rêxistinê” hatin binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di 7’ê gulanê de li Rihayê 17 kes, di 18’ê gulanê de li Antalyayê 17 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan.    Li Stenbolê di 15’ê gulanê de endamê Meclisa Partiyê yê DEM Partiyê Unal Yûsûfoglû, rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û tevî gelek partiyiyan, herî kêm 20 kes bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin. Ji 20 kesan 6’ê wan hatin girtin, 14’ê wan bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di heman rojê de li Antalyayê Hevserokê Navçeya Doşemealtiyê yê DEM Partiyê Fehmî Karakûş û Ahmet Refîk Akarca û Derya Polat, li Antalyayê jî 6 kes hatin binçavkirin. 9 kesên hatine binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di heman rojê de li Bedlîsê 16, li Wanê jî kesek hate binçavkirin. Ji binçavkiriyan kesek hate girtin 16 kesên din jî hatin berdan.      Li navçeya Tûrgûtlûya Manîsayê di 16’ê gulanê de ji ber di dema pêvajoya hilbijartinê de strana bi navê “Bêrîtanê” di wesayîta hilbijartinê de vekirine 8 kes hatin binçavkirin. Ji 8 kesan 3 kes hatin girtin û yên din jî hatin berdan. Li Stenbolê 20 ciwanên rêberên şoreşger ên Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bî bînin hatin binçavkirin. 4 ciwan bi hinceta “berxwedana li dijî polîsan” hatin girtin.    KESÊN KIRARIYÊN WAN ÊN BINÇAVKIRINÊ DIDOMIN   Dîsa di heman dîrokê de polîsan bi ser gelek malên li Şirnex, Mêrdîn, Mêrsîn û Colemêrgê girtin û 68 kes hatin binçavkirin. Di 17’ê gulanê de li navçeya Cizîra Şirnexê ji bo îfadeyê gazî Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil û hunermend Ûmût Reşît Çagli kirin û piştre hate binçavkirin. Kirariyên binçavkiriyan didomin.    MA / Tolga Guney