Li Geverê tecrîd hate protestokirin 2024-05-20 09:24:38 COLEMÊRG - Şevê din li gelek taxên Geverê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate protestokirin.    Şevê din li taxên Orman, Kişla, Dize, Cumhuriyet û Taxa Nû yên navçeya Gever a Colemêrgê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate protestokirin. Welatiyan piştgirî dan girtiyên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” çalakiya boykotkirina hevdîtinên telefon, rû bi rû û dadgehan didomînin. Di heman demê de bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê dan.    Xelkê bajar li gelek noqteyan agir vêxistin û çalakiya dengderxistinê kirin. Polîsan bi bombeyên gazê, guleyên plastîk û ava şid êrişî çalakvanan kirin. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan.   Di tevahiya şevê de welatiyan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.