Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan 2024-05-20 11:29:04   ŞIRNEX - Li Şirnexê ji 40 kesên hatibûn binçavkirin, kesek hat girtin û 39 ke bi “şertê kontrola edlî” hatin berdan.    Li navçeyên Cizîrê, Hezex û Silopiya yên Şirnexê di 16’ê gulanê de bi ser malan de hatibû girtin û bi îdiaya “îxbar heye” 40 kes hatibûn binçavkirin. Li emniyetê îfadeyên 40 welatiyan temam bû û wan birin edliyeyê. Dozger îfadeyên wan girt  û 39 kesan bi “şertê kontrola edlî” berda û kesek jî bi “îdiaya propganda rêxistinê kiriye” bi daxwaza girtinê sewqî cem dadger kir.    Dadger jî bi heman îdiayê biryara girtinê derbarê welatî da û 39 kes bi “şertê kontrola edlî” da berdan.