Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin 2024-05-20 13:53:02 WAN - Girtiya nexweş Makbûle Ozer ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê hate kirin.    Saziya Tipa Edlî (ATK) mehek berê ji bo girtiya nexweş a 82 salî Makbûle Ozer rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dabû. Piştî bertekên di raya giştî de, ji bo careke din ATK raporê amade bike sewqî Stenbolê hate kirin. Ozer, bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” hatibû girtin.    Ji ewil ji ber rapora ATK’ê ya “Nikare di girtîgehê de bimîne” hate bedan û cezayê wê ji bo salekê hate taloqkirin. Piştre jî li ser rapora ATK’ê ya “Dikare di girtîgehê de bimîne” hate girtin. Piştî rewşa girtî ya mehekê, ji bo dîsa bê diyarkirina bê ka dikare di girtîgehê de bimîne yan na, Ozer sewqî ATK’a Stenbolê hate kirin.